Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Goran daxwaz dike ku giştpirsî were paşxistin

Ji aliyê RÛDAW 12-8-2017
Logoya Tevgera Goran
Logoya Tevgera Goran

Silêmanî (Rûdaw) – Civata Niştimaniya Tevgera Goran bi daxuyaniyekê ragihand, daxwaz dikin ku giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê were paşxistin û diyar dikin, ku Goran gotûbêja navbera hêz û aliyên siyasî weke bijardeyeke guncaw dibîne ji bo çareserkirina qeyranan.

 

Cîvata Niştimaniya Tevgera Goran bi mebesta gotûbêjkirina şert û mercên siyasî yên Herêma Kurdistanê civînek li dar xist.

 

Piştî civînê bi daxuyaniyekê hat ragihandin: “Goran gotûbêja navbera hêz û aliyên siyasî weke bijardeyeke guncaw dibîne ji bo çareserkirina qeyranan.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ku damezrandina Kurdistana serbixwe weke hemû gelê Kurdistanê armanca Tevgera Goran e jî û hate destnîşankirin: “Referandum ji bo serxwebûnê wesîle ye. Pêwîst e ev mijar bo demeke şert û mercên guncawtir were paşxistin û ji parlementoyê re were pêşkêşkirin.” 

 

Di daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku hilbijartinên giştî di dema xwe de bila werin pêkanîn û hat ragihandin:

 

“Piştî ku di navbera partiyên Herêma Kurdistanê de rêkeftineke siyasî were pêkanîn, divê parlemento were aktîvkirin. Tevî ku parlemento erkê xwe yê yasadanîn û çavdêriya xwe bidomîne, ji bo ku li Kurdistanê sîstema parlementeriyê were dabînkirin, divê pêvajoya guhertina yasaya serokatiya Kurdistanê berdewam be.”


Şîrove

 
Bernas | 12-8-2017
Bona helweste xwe ye "nayenî" li beheneyan digerin. Gorbaçow got. " Kî dereng me, dîrok wî efû nake". Hevalbendên neyarê Kurd yê bi navî Malîkî xwe didin alîyekî, erka xwe nînin cîh. Ew partî bi xelkê ve girêdaye, xizmeta berjiwendîyên Kurd û kurdistanî nake.
Helin Qamishlo | 14-8-2017
Goran derewan dıke , li behaneyan dıgerin . eger wusaye dibe pirse SEROKATİ ji were paşxistin. EW , İran u maliki dixwazin Serok Barzani li ser kar dur bixin ,dura tukes nine bas ji devleta Kurdi bike.
AZAD21 | 17-8-2017
xwezî goran bihata qewrandin ji hereme Kurdistan. Gorann=Kurme Darê.
Nîşankirin :
1875 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| Duh vî demî 02:20 | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| 23-2-2018 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.359 seconds