Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Bangewaziya Demirtaş di siyaseta kurdî de bû cihê nîqaşê

Ji aliyê RÛDAW 12-8-2017
Selahattin Demirtaş daxwaz kir, ku HDP beşdarî komcivîna CHPê bibe

Amed (Rûdaw) - Pêşniyara Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ku ji girtîgehê bo HDPê şand û xwest ku partiya wî li Çanakaleyê beşdarî komcivîna CHPê bibe, di nava siyaseta kurdî de tê nîqaşkirin.

 

Di pêşniyara Demîrtaş de avakirina bereyeke demokrasiyê jî cih digre. Ev yek di raya giştî de weke nêzikbûna HDP û CHPê tê xwendin. Lê endamên HDPê dibêjin ger bereyên nû û tifaqên nû neyên avakirin, ew nikarin li hemberî desthilatdariya heyî bibin alternatîv.

 

Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier ji Rûdawê re ragihand: “Demirtaş dibêje bila hemû hêzên demokrat ku ji vê desthilatdariyê bandoreke neyînî dibînin, bila bêne ba hev û tifaqek, eniyek ava bikin. Ger CHP jî xwe wisa dibîne, em bang li CHPê jî dikin. Lewre parlamenterê CHPê jî niha di zindanê de ye.”

 

Li gorî rêveberên Partiya Demokrata Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) jî divê siyaseta kurdî di şûna avakirina bereyên nû de, giraniya xwe bide ser piştgiriya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê. Ger kurd li Başûr destkeftiyeke baş bi dest bixin, ev yek dê kurdên Bakur jî bi hêz bike.

 

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak diyar kir: “Ger kurd bikaribin xebateke hevbeş, piştgiriyeke girseyî ji bo referandûma Herêma Kurdistanê nîşan bidin û serkeftineke mezin çêbibe, ez bawer im ev dê ji bo me hemû kurdan bibe sînerjiyeke mezin. Wê demê em dikarin pêşî eniya kurdan û piştre jî bi tirkên demokrat re eniyek ava bikin.”

 

Rêveberên Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku xwe weke çep dibînin jî di wê baweriyê de ne ku heta kurd di nava xwe de yekîtiyekê ava nekin, tu yekitiyek bi çepên tirkan re dê pirsgirêka kurdî çareser neke.

 

Rêveberê Navenda Giştî ya HAK-PARê Paşa Akdogan destnîşan kir: “Meseleya CHP, çi qas çepên tirkan hene hemû li wir in. Çepgirî fikrek e. Lê azadî û xilasiya xelkek, eger kurd in, ji bo Kurdistanê dixwazin tiştekî bikin, divê bên li partiyên Kurdistanî re bicivin û em hemû bi hev re weke bira bimeşin.”

 

Partiya Demokratîk a Gelan HDP hewl dide di serî de bi CHPê re, bi demokrat, lîberal, çep û derdorên ku ji desthilatdariya heyî nerazî ne re, eniyeke nû ava bike. Jixwe di nava sîstema heyî ya HDPê de gelek aliyên cuda weke koalîsyonek kar dikin lê çavên hemûyan li biryara dawî ya CHPê ye.

Şîrove

 
Ali Baran | 13-8-2017
chp ji roja avabûna xwe bi vir da partîyeke national socialist e, wate partîya faşist a bi maske sor e. kînga bûye demokrat. gotineke kurmancan heye, dibêjin hevalê xwe ji min ra bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî?
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1218 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-08-13 7:20:09 PM
Di bin vê serlêdanê de,ne bes behsa pariztinên Sînorên Welatên hev ji Terorîstan ku biparizin tên ba hev.Sînor û Terorîst,di bin sçîya kontrola wan...
Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê serdana Tirkiyê dike
| 13-8-2017 | (1)
Melih Erdinc | 2017-08-13 11:01:56 AM
Goran gora xwe dikole
Tevgera Goran: PDK mercên me qebûl neke, bila her yek here mala xwe
| 13-8-2017 | (1)
Ali Baran | 2017-08-13 8:48:50 AM
chp ji roja avabûna xwe bi vir da partîyeke national socialist e, wate partîya faşist a bi maske sor e. kînga bûye demokrat. gotineke kurmancan heye,...
Bangewaziya Demirtaş di siyaseta kurdî de bû cihê nîqaşê
| 12-8-2017 | (1)
osman10 | 2017-08-12 9:06:14 PM
Dem baş ji bo kesên li Amûdê. Nûşe nûşe 💓
Havîngeha Amûdê bûye cihê kêfxweşiya welatiyên Rojava
| 12-8-2017 | (1)
0.156 seconds