Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Tevgera Goran biryar da li gel PDKê bicive

Ji aliyê RÛDAW 12-8-2017
Civîna Civata Niştimaniya Tevgera Goran
Civîna Civata Niştimaniya Tevgera Goran

Hewlêr (Rûdaw) – Civata Niştimaniya Goran civîna li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) red nake û daxwaz dike ku ji bo çareserkirina arîşeyan “demekê” were diyarkirin. Herwiha dixwaze heta ku yekdengiya netewî pêk bê,  giştpirsî were paşxistin.

 

Piştî nêzîkî 7 demjimêran civîna Civata Niştimaniya Tevgera Goran bi dawî hat.

 

Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Goran Şêrwan Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand: “Di civînê de Civata Niştimanî biryar da ku li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bicive.”

 

Şêrwan Îbrahîm diyar kir, ku ji bo  gotûbêja li gel PDKê, Goranê pakêteke siyasî ya nû amade kiriye û got: “Eger li ser pakêta siyasî ya Goranê rêkeftin were kirin, dê parlemento were aktîvkirin û ji bo giştpirsî yasa dê were derxistin.”

 

Herwiha Îbrahîm aşkere kir: “Goran daxwaz dike, heta ku yekdengiya netewî pêk bê,  giştpirsî were paşxistin.”

 

Îro Civata Niştimaniya Tevgera Goran bi serokatiya Serokê Giştî Umer Seyîd Elî di saet 10:00an de dest bi civînê kir û civîn di saet 17:30î de bi dawî bû.

Şîrove

 
lolozano | 12-8-2017
Li gorî,daxweza Tevgera Gorranê,Herêm di rewşeka aloz de derbaz dibet.Merema min Doza ku qedera Miletê Kurd li xwe digre,Gorran bi Nanê jîyaneka xweş miqayese diket!Tê zanîn ku Gorran,Tevgereka Tayîfîye nek neteweyîye.Tevî Barzanî kare Rehberîya Partîyên Herêmê giştîya biket lê li gorî tefsîra Gorranê,dixweze sîyaseta Îraqê ne hêlêbe were guhartin.Goran,dixweze Barzanî paşîman bike û neteweya Kurd li nav Cîhana mezin de,perîşan biket ku ne hêlêbe Barzanî miletê xwe yê Kurd,ji bindestîyê,derîne.li vira tê bawer kirin ku tirs û mepirsîyên neteweyî li ba Partîyên li Herêmê,li pêş hevsozîya netewyî,Pere û Keçxe û Seyare,ewlewîyatên xwe ne. Ema Planên di xizmet neteweya Kurd de,Gorran dixweze,paşxe ne ewlîyatek giringe. Sext û zora Dewletên Dagîrkeran li ser Partîyên Kurdan yên vê Herêmê,giranin!Hesebî an li gorî vê rewşê,pêwîste Ronakbîrên Kurd, rastîyan aşkere bikin da ku Partîyên Herêmê,neçar bikin ku rêzê li neteweya xwe a Kurd bigrin û bikin ewlewîyet nek ku ser pişt bikin Di van deman de,pêwîste ker kes xwe amade biket nek xwe, girê bidet. Refandom,ji nan û ji keşxê,giring tire.Li Îraqa mezhebî,Kurd ne xudan mezheb ne xuda Netewe,tê qebûl kirin.Refandom ku bi serkeve Îdî Îraq,dibe Du Welat.Yê ku bixweze,Refandomê paşxe,ew naxweze Kurd bibin xudan Welat û Dewlet.
Bernas | 15-8-2017
Ti alozí níne, ku alozí hebe bile ji Kurdan re derfet ú berjiwendíye. Ger alozí teve bibe, dewletén mein wé herin mala xwe, wé Kurd jí wek mirishkan ji rovíyara bimín in; Tirkíye, Íran, Irak ú Súríye. DAISek dertikeve, té, dewler avadike, damizríne. Çi bi kéfa me were, an naye. Wan ew kir. Gelo GORANÍyan ma Kurd heya kßingé li benda azadí, serwerí ú serxwebún é bin ? Ew helwesta GORAN naye efúkirin. Lihevhatina hundirí tishteke, lé DAHATÙNA gelekí wek gelekí Kurd tishtek din. Réza min ji wan re dibe, ger GORAN bibéje, "em li gel serxebúné ne, bes arísheyén me yén partíyén Kurd dimínin pishtí gishtpirsí". Ew híngé helwestek netewí ú welatparezí dibe. Ger na, híngé GORAN wek HEVALBENDÉ Malíkí dimínin, híyanetí li Kurd ú Kurdistan dikin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| Duh vî demî 02:20 | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| 23-2-2018 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.531 seconds