Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî ji bo çareseriya pizîşkî çû Almanyayê.
Medyaya fermî ya YNKê li ser zarê pizîşkê taybetî yê Celal Talebanî ragihand: “Roja 11-09-2017ê Mam Celal, ji bo wergirtina çareseriya pizîşkî û pişkinînên asayî, Silêmanî bicîh bhişt û gihişte Almanyayê.”
Pizîşkê taybetî yê Talebanî tekez kiriye, ku serdana vê carê ya Celal Talebanî herweke serdanên berî ye û ji bo kontrolên rûtînî çûye wî welatî.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û serokomarê berî yê Iraqê Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012ê li Bexdayê ji ber celteya mejî, anku krîza mejî rewşa wî ya tendurustiyê têk çû û ji bo çareseriyê şandine Almanyayê.
Piştî çareseriyê Talebanî roja 19-07-2014 vegeriya Silêmaniyê. Celal Talebanî careke din çû Almanyayê û ji Îlona 2016ê ve li Silêmaniyê bû.