Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Mela Bextiyar: Sibe yan dusibe emê biryara dawîn bidin

Ji aliyê Rûdaw 12-9-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Her sê aliyên siyasî yên sereke li Herêma Kurdistanê, PDK, YNK û Goran îro ji bo gotûbêjkirina referandumê û aktîvkirina parlamentoyê li Hewlêrê civiyan. Serkirdeyê YNKê Mela Bextiyar piştî civînê ragihand, civîna îro dîrokî bû û ew dê sibe yan dusibe biryara dawîn bidin.

 

Di berdewamiya civîn û danûstandinên navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, îro sêşembî 12ê Îlonê her sê aliyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li bajarê Hewlêrê civiyan.

 

Civîna navbera her sê aliyan bo demek dirêj dom kir û di saet 16:30 de bi dawî hat.

 

Piştî civînê, Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar derbarê naveroka civînê de konfranseke rojnamevanî da.

 

Mela Bextiyar ragihand: “Ev civîn di dîroka navbera wan her sê aliyan de giringtirîn û dîrokîtirîn civîn bû, ku têde behsa aktîvkirina parlamentoyê, referandumê û heft xalên YNKê bo çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.”

 

Mela Bextiyar da xuyakirin, heft xalên projeya YNKê bo aktîvkirina parlamentoyê û encamdana referandumê û nehêlana sîstema paşekewtkirina mûçeyan ji aliyê Goranê û Komelê ve hatiye pesendkirin, PDK û YNKê jî îmza li ser kirine.

 

Serkirdeyê YNKê amaje bi wê yekê jî kir, ku di civînê de behsa rêkevtina sê alî ya navbera PDK, YNK û Goranê hat kirin û nêrîn hevbeş bûn.

 

Bi gotina Mela Bextiyar, dê êvariya sibe çarşembiyê yan jî sibehiya dusibe pêncşembiyê cardin PDK, YNK û Goran li baregeha sereke ya Goranê li Girê Zergete yê Silêmaniyê bicivin û dê biryara xwe ya dawîn aşkere bikin.

 

Herwiha biryar bû, ku êvariya îro di demjimêr 19:00 de PDK û YNK cardin li gel hev bicivin.

 

Li aliyekî din, YNK serêvariya îro saet 17:00 bi dema Hewlêrê pêşwazî li şandeke Komela Îslamiya Kurdistanê jî kir.

 

Heft xalên projeya YNKê:

 

1 - Asayîkirin û aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê

 

2 - Bi mebesta dabînkirina hevsengiyê di navbera mûçeyên pilebilindan û mûçeyên kêm de, pêwîst e paşekewtkirina mûçeyê bi rêya pesendkirina projeyasayeke taybet were rakirin û garantiya dana mûçeyên paşekewtkirî yên karmendan were dan.

 

3 - Bawerîdan bi serok û endamên Encumena Sidoqa Dahatên Petrol û Gazê

 

4 - Pêdeçûn bi yasaya hilbijartinan bihê kirin û mafê dengderên rûniştvanên navçeyên veqetandî (ji Kurdistanê) bihê dabînkirin, daku nûnerên rasteqîn ên wan di parlamentoya Kurdistanê de hebin.

 

5 - Pesendkirina yasaya referanduma ji bo serxwebûnê.

 

6 - Bawerî bi komîteya amadekirina destûrê bo referandumê bihê dan, ji bo amadekirina destûra dewleta Kurdistanê.

 

7 - Pêdeçûna yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, hejmara 1 a sala 2005ê.

1804 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can Deniz | 2018-04-23 7:47:29 AM
Tirkiye rast gotiye,,, ya rast jî ev e ku hûn hemû partiyên kurd destekê bidin hev...ENKS wekî piyonê AKP'ê tevdigere..Biçin cem gelê rojava û...
Nûnerê ENKS: Tirkiye ji me re dibêje hûn piştgiriya PYDê dikin
| 21-4-2018 | (1)
Azad | 2018-04-22 12:46:00 PM
Gelek sıpas Keko.
Şerê fêlbazan
| 19-4-2018 | (1)
Kurdo | 2018-04-22 11:25:12 AM
Alî Bapîr,bê bexte û bê wefa û bê îman be.Bi Rûyekî reş behsa sîreta Dewleta Kurd dike.Ewên ku dengên xwe bidin Lîsteya Alî Bapîr,yê ji Alî Papîr Rû...
Elî Bapîr: Binerin referandûma seqet çi zerer da me
| 22-4-2018 | (1)
Aragorn | 2018-04-21 5:18:10 PM
Dike cend usd xalo?
Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê
| 21-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Serokwezîr Barzanî: Amerîka piştgiriyê dide seqamgiriya Herêma Kurdistanê 23-4-2018 |

Serokwezîr Barzanî: Amerîka piştgiriyê dide seqamgiriya Herêma Kurdistanê

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di dema beşdarbûna Zêdetir
2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.656 seconds