Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Kosret Resûl: Em tenê mafê xwe dixwazin

Ji aliyê Rûdaw 12-9-2017
Rûdaw

Kerkûk (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî ragihand, bi encamdana referandumê Kurd tenê mafê xwe dixwaizn û daxwaz ji tevahiya pêkhateyên Kerkûkê kir, ku beşdarî di referandumê de bikin.

 

Îro sêşembî 12ê Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Mesûd Barzanî û cîgirê wî Kosret Resûl Elî ji bo gotûbêjkirina mijara referanduma serxwebûna Kurdistanê serdana Kerkûkê kirin û piştre bi amadebûna Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi pêkhateyên vê parêzgehê re civiyan.

 

Kosret Resûl Elî di axavtinekê de amaje bi sedema biryara gelê Kurdistanê bo sazdana referandumê kir û ragihand, ku Bexdayê hevbeşî di desthilatdariyê de nemaye û piraniya berpirsên Kurd ên di hikûmeta Iraqê de ji kar hatine dûrxistin.

 

Kosret Resûl got, ku diyarkirina mafê çarenivîsê û encamdana referandumê mafê xelkê Kurdistanê û herwiha parêzgeha Kerkûkê ye û daxwaz ji hemû pêkhateyên wê parêzgehê kir, ku di referandumê de beşdar bin û dengê xwe bidin.

 

Kosret Resûl ku hevdem Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê ye jî, tekezî li ser parastina hemû mafên pêkhateyan jî kir.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di axavtinekê de got, ku biryara referandumê biryara tevahiya gelê Kurdistanê, bi Kurd, Ereb, Tirkmen û hemû pêkhateyên din ê Kurdistanê ye.

 

Mesûd Barzanî tekez kir, ku referandum bi ti awayî nayê paşxistin û dê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.

 

Barzanî herwiha got, ku mafên hemû pêkhetayên Kerkûkê û Kurdistanê dê di destûra Kurdistanê de parastî bin û destnîşan kir, ku ji bo mafên pêkhateyan her garantiyek ku pêwîst be, ew amade ne ku bidin.

 

Biryar e referanduma Herêma Kurdistanê di 25ê vê mehê (Îlon) de birêve biçe.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.562 seconds