Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Lêkolînerê ORSAMê: Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê bazareke gelek girîng e

Ji aliyê RÛDAW 12-9-2018
Recep Yorulmaz

Hewlêr (Rûdaw) –  Lêkolînerê Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM) Recep Yorulmaz ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê bazareke gelek baş e.

 

Îro li Hewlêrê Navenda Lêkolînan a Rûdawê, Sempoziyuma Derbarê Herêma Kurdistanê û Qeyrana Darayî Li Nvaçeyê birêve dibe.


Ev sepmoziyum anku konfransa akademîk ji sê panêlan pêk tê: Şoka diravî li Tirkiyê û bandora encamên wê li Herêma Kurdistanê, sizayên aborî yên Îranê û Herêma Kurdistanê û rewşa aboriya Herêma Kurdistanê û qeyranên heyî.


Di başa yekem a sempoziyumê lêkolînerê ORSAMê Recep Yorulmaz, Endamê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Mehmet Vural, Cîgirê Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Amedê Nesih Aktepe, Serokê Jûra Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman, ji Navenda Lêkolînan a Rojhilata Navîn Dr. Rehmet Hacî Mîne û karsaz Erdal Avşar axivin.


Ji ber xirabbûna pêwendiyên navbera Amerîka û Tirkiyê, nirxê lîre li Tirkiyê daketineke mezin bi xwe ve dîtiye, herwiha Amerîkayê sizayên tund ên aborî li ser Îranê sepandiye û ji ber wê yekê nirxê tûmenê îranî bi heman awayî daketiye. Ewan mijaran tevde bandor li bazara Herêma Kurdistanê kiriye, di sempoziyuma îro de şarezayên aborî bandorên wê yekê dinirxînin.


"Alternafî herî baş a Herêma Kurdistanê Tirkiyê ye"


Lêkolînerê ORSAMê Recep Yorulmaz diyar kir ku bûyerên çend sal in li Tirkiyê rû didin ji aliyê aborî ve bandorek gelek xirab lê kiriye, eger ew dewleteke ewropî ba niha ew nemabû û wiha got: “Tirkiye welatek e ku fêrî krîzan e, dê vê krîzê niha jî derbas bike.”


Recep Yorulmaz anî ziman ku tê çaverêkirin ku Banka Navendî ji bo daketina nirxê dolarî Amerî faîzê zêde bike.


Yorulmaz tekez kir ku alternafî herî baş a Herêma Kurdistanê Tirkiyê ye û got jî di heman demê de Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê bazareke gelek baş e.


"Tirkiyê li dijî Kurdan operasyon pêk anîn"


Endamê DITAMê Mehmet Vural jî bal kişand li ser rewşa aborî ya Tirkiyê û got: “Piştî desthilatdariya AK Partiyê aboriya Tirkiyê ber bi başiyê ve çû. Li Tirkiyê  AK Partî di serdema xwe ya zêrîn de partiyeke kadroyî bû. Di warê aborî de berê biryar ji aliyê yek kesî ve nebû, tîmekê biryar dida.”


Mehmet Vural tekez kir ku beşek ji krîza niha girêdayî pirsgirêka Kurd e, û wiha pê de çû: “Deynê Tirkiyê yê derve zêdeyî 450 milyar dolarî ye. Berî niha di nava herî dewlemendên cîhanî de 30 kesên ji Tirkiyê hebûn, lê niha ev hejmar daketiye 17 kesan. Cezayên Amerîkayê bo ser Tirkiyê sedem nînin, encam in. Tirkiyê operasyonên Mertala Firat û Efrînê li dijî Kurdan û deskeftiyên wan pêk anî.”


Vural herwiha da xuyakirin ku ew di wê baweriyê de ye ku dive Herêma Kurdistanê berê xwe bide Ewropayê û wiha axifî: “Tirkiyê sazî û dezgehên Kurdî wek dijmin îlan kirin lê dostê Tirkiyê yê herî baş dê Kurd bin. Niha ku hêj şert û merc guncaw in, em li bendê ne hikûmeta Tirkiyê ji nû ve pêvajoya aştiyê dest pê bike.


"Pêwîstî bi navendeke hevbeş a zanistî heye"


Cîgirê Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Amedê Nesih Aktepe jî bal kişand li ser çavkaniyên li herêmê û diyar kir ku divê ew bikarin ciwanên xwendekar li herêmê bigrin û berê wan bidin teknolojî û zanistê.


Nesih Aktepe ji bo başkirina rewşa aborî ya herêm wiha pêşniyarên xwe kir: “Divê em ji aliyê çandinî û zanistî ve jî yekîtiyekê pêk bînin. Divê Tirkiye, Herêma Kurdistanê, Iraq û Îran navendeke hevbeş a zanistî vekin.”


"Tirkiyê niha ji bo sermayeguzariyê derfeteke baş e"


Serokê Jûra Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman destnîşan kir ku sedema daketina nirxê lîreyê tirkî, ji ber hewldana darbeya leşkerî û sizayên Amerîkayê yên li ser Tirkiyê ye.


Mistefa Şêx Ebdulrehman da zanîn ku nirxê kelûpelên Tirkiyê niha ji berê erzantir e, û wiha doamnd: “Bazarên Herêma Kurdistanê pêwîstî bi kala û kelûpelên Tirkî heye. Daketina nirxê lîre derfet e ji bo pêşxistina karê bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de."


Şêx Ebdulrehman herwiha anî ziman ku ew wekî karsazên Herêma Kurdistanê dixwazin ligel Tirkiyê derfetên kar zêde bibin û Tirkiyê niha ji bo sermayeguzariyê derfeteke baş e.


"Amerîka li dijî Tirkiye û Îranê sizayên aborî bikar tîne"


Derbarê rêjeya Tirkiyê hinardeyê Herêma Kurdistanê dike de jî Karsaz Erdal Avşar diyar kir ku Tirkiye di sala 2013an de 12 milyar dolar hinardeyî Herêma Kurdistan û Iraqê kir, lê di sala 2016an de ev rêje dakete 7 milyar dolarî.

 

Erdal Avşar got jî krîza li Tirkiyê û siza û dorpêçên li ser Îranê rewşa aboriyê xirab kiriye.


Navenda Lêkolînan a Rojhilata Navîn Dr. Rehmet Hacî Mîne jî tekez kir ku Amerîka li Rojhilata Navîn him li dijî Îranê û him li dijî Tirkiyê sizayên aborî bi kar tine.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Amed MOL | 2018-11-05 9:43:49 PM
Em jî ji Xuda yê mihrîban u dilovan chareserî u îlacên xêrê ji her du birayên xwere dixwazin. Amed MOL
PAKê şîfaya xêrê ji tîma Rûdawê re xwest
| 5-11-2018 | (1)
aragorn | 2018-11-05 8:36:41 AM
li ser xêrê be !
Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê dest pê kir
| 5-11-2018 | (1)
Renas | 2018-10-29 7:25:46 PM
Ji bo Kurd, Kurdi û Kurdistan.
Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hev re ne
| 29-10-2018 | (1)
masro | 2018-10-29 4:17:05 PM
yek banot jî kes bi NEFTÈ nadet.... ji ber ku li ser derya de bila here û were dê d^san jî bûha jêrdestî ji seddan a 90 bibet....Iran buyek mirovek...
Îranê petrola xwe ya xav xiste borseya Tehranê
| 29-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.656 seconds