Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li dijî operasyona Tirkiyê li Idlibê bertek!

Ji aliyê Mehdî Mutlu 12-10-2017
Amed

Amed (Rûdaw) – Operasyona Tirkiyê ya li Idlibê, qasî ku di nav partiyên Tirkan de têne nîqaşkirin, di partiyên Kurdan de jî têne axavtin.

 

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê di 8ê vê mehê de aşkere kiribû, ku wan dest bi operasyona Idlibê kirine û hêzên wan ji sînor derbas bûne, operasyona Idlibê li Bakurê Kurdistanê jî, ji nêz ve tê şopandin, li gor HDPê "armanca operasyona Tirkiyê ji bo Idlibê ne sepandina herêmên ewle ne, Tirkiye dixwaze ku rê li ber destkevtiyên hêzên Kurdî bigire."

 

Operasyona Idlibê ku niha Tirkiye dimeşîne, wek di rojeva siyaseta Tirk de, li nav partiyên Kurdî jî tê nîqaşkirin.

 

Parlementera HDPê ya Amedê Sibel Yigitalp dibêje ku "Tirkiye hemû siyaseta xwe li ser esasê  rêlibergirtina destkevtiyên Kurdan ava kiriye û dê operasyona Idlibê rê veke ku çekdarên terorî êrişan bînin ser axa Kurdistanê".

Sibel Yigitalp ji Rûdawê re aşkere kir: "Heta niha ji axa Rojava yek kevirek nehatiye avêtin nav axa Tirkiyê, DAIŞê li hemû Rojhilata Navîn û Tirkiyê kiryarên terorî kirin, mirovan kuştin û bombeyan teqandin Tirkiye ti bertekek tund li dijî DAIŞê neda nîşandan, Kurd gava ku dibin xwediyê axa xwe, ev ji bo Tirkiyê dibe pirsgirêk, ti mafê Tirkiyê nîne ku destdirêjiya Rojava û nemaze Efrînê bike."

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî operasyona Tirkiyê ya ji bo Idlibê weke gefeke li ser Efrînê dibîne û dibêje "armanca sereke ji xwe dagirkirina Efrînê ye."

 

Serokê Şaxa Amedê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henifi Turan ragihand: "Gelê Efrînê yên Kurd birayên me ne, pismamên min in, yên Kobaniyê jî bira û pismamên min in, gava ew li wê derê bikevin tengasiyê li vê derê wê dilê min biêşê, dewleta Tirk divê hemû van hesaban bike û wisa gav bavêje."

 

Di pêkanîna operasyona Idlibê de Hikûmeta Tirkiyê ji bilî HDPê, piştgiriya hemû partiyên parlementoyê bi destxistine û niha bi rêkevtinên bi çekdarên xwecihî û bi destûra Rûsyayê jî operasyon dest pê kiriye.

 

Siyasetmedarê berê yê AK Partiyê Omer Serdar Kaplan destnîşan dike, ku Tirkiye wê şerê çekdarî li hember kantona Efrînê neke, armanca Tirkiyê ew e ku rêgeha korîdora Kurdî bigire, lê dîsa jî maf û erkê dawî, dê yê Rûsyayê be.

 

Omer Serdar Kaplan diyar kir: “Li Rojava û Sûriyê her tişt bi destê dewletên mezin têne dîzaynkirin, ev herêm, herêma Rusyayê ye, Efrîn bi ya min wê bi aweyekî siyasî bi piştgiriya Rûsyayê ji destê PYDê were derxistin û were kontrolkirin, ez ne bawer im ku Tirkiye êrîş bibe ser wê derê, şert û mercên niha  ji vê yekê re ne guncaw e."

 

Operasyona Idlibê, ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve 8ê vê mehê hatibû destpêkirin, di destpêkê de komên çekdarî yên wek "Nûreddîn Zengî û Feyleq El Şam", rêberiya saloxgeriyê ji bo artêşa Tirkiyê kiribûn.

1666 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.672 seconds