Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Banga Goran û Komelê bo Bexdayê: Bila xwîna welatiyan nerije!

Ji aliyê RÛDAW 12-10-2017
Logoyên Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê
Logoyên Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê bang li hikûmeta Iraqê kirin, ku ti pêngavan nehavêje ku bibe sedema têkdana aramî û rijandina xwîna hevwelatiyan.

 

Îro pênşemî 12ê Cotmeha 2017ê Tevgera Goranê û Komela Îslamiya Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de li ser aloztirbûna rewşê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hişyarî dan û ragihandin: “Li ser hikûmeta federal a Iraqê pêwîst e ku ti pêngavan nehavêje ku bibe sedema têkdana aramiyê û rijandina xwîna hevwelatiyan.”

 

Goran û Komel tekezî li ser diyalog û danûstandinê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin û dibêjin: “Gotûbêj û danûstandin tekane rêya çareseriya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal e.”

 

Her du partiyan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de rexne li biryarên serkirdatiya hin partiyên kurdistanî û piştguhxistina rola saziyên rewa yên Kurdistanê girtine û ragihandine: “Biryardan ji aliyê serkirdatiya çend partiyên Kurdistanê ve, ku her roj di jêr naveke çêkirî de derdikevin, bêyî guhdana bi yekrêziya niştimanî û berjewendiya bilinda netewî, pêngaveke metirsîdar e li ser paşeroja gelê me, ev pêngava wan bûye sedema paşguhxistina rola saziyên rewa yên Kurdistanê.”

 

Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê derbarê hilbijartinên giştî yên li Herêma Kurdistanê de jî destnîşan kirine: “Hewlên ji bo paşxistina hilbijartinên giştî û bikaranîna parlamentoyê bo rewatîdana bi biryarên kesî û partiyan derbeke kujer e bo ser xewn û armancên gelê me.”

 

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 12-10-2017
Eger Gorran û Komele ew qas xemxarê Hevwelatîyan bin, pa çima li dijî Rêfêranduma Kurdistanê derketin?! "Xwîn-rêjtin" ne tene bi Kêr û Top û Tanka ye! Dagîrkerî, Bindestî û talankirina Kurdistanê jî her Xwînrêjî ye û belkî ji Xwînrêjî jî xerabtir be, wêca eger Gorran û Komele ew qas xemxarê Hevwelatîya ne pa çima li dijî Serxwebûna Kurdistanê derketin?! Wate: Dagîrkerî, bindestî û talankirin ne xwînrêjî ye?!

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can Deniz | 2018-04-23 7:47:29 AM
Tirkiye rast gotiye,,, ya rast jî ev e ku hûn hemû partiyên kurd destekê bidin hev...ENKS wekî piyonê AKP'ê tevdigere..Biçin cem gelê rojava û...
Nûnerê ENKS: Tirkiye ji me re dibêje hûn piştgiriya PYDê dikin
| 21-4-2018 | (1)
Azad | 2018-04-22 12:46:00 PM
Gelek sıpas Keko.
Şerê fêlbazan
| 19-4-2018 | (1)
Kurdo | 2018-04-22 11:25:12 AM
Alî Bapîr,bê bexte û bê wefa û bê îman be.Bi Rûyekî reş behsa sîreta Dewleta Kurd dike.Ewên ku dengên xwe bidin Lîsteya Alî Bapîr,yê ji Alî Papîr Rû...
Elî Bapîr: Binerin referandûma seqet çi zerer da me
| 22-4-2018 | (1)
Aragorn | 2018-04-21 5:18:10 PM
Dike cend usd xalo?
Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê
| 21-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Serokwezîr Barzanî: Amerîka piştgiriyê dide seqamgiriya Herêma Kurdistanê 23-4-2018 |

Serokwezîr Barzanî: Amerîka piştgiriyê dide seqamgiriya Herêma Kurdistanê

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di dema beşdarbûna Zêdetir
2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
1.016 seconds