Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî ragihand, ku hêzên Heşda Şeibî beşek ji ewlekariya Iraqê ye û her livandina wê jî bi fermana Serokwezîrê Iraqê ye.
Seid Hedîsî di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir: “Livandina hêzên Heşda Şeibî bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê ye. Hemû îdiayên ku dibêjin 'Heşda Şeibî teslîmî fermanên derve, partî, kesayet û siyasî bûye', ji rastiyê dûr in.”
Hedîsî herwiha got: “Hemû çekdar û xwebexşên ku bi fermî navê xwe di desteya Heşda Şeibî de tomar kirine, beşek ji hêzên ewlekariyê ne û teslîmî fermanên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê ne, heman weke hêzên ser bi Wezareta Navxweyî, Bergirî, Dije-Teror û hemû hêzên leşkerî û ewlekariyê yên din, hemû çalakiyên ku Heşda Şeibî pêk tîne, bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî ne.”
Roja çarşemê 11ê Cotmeha 2017an, Balyozê Berê yê Amerîkayê li Bexdayê Zalmay Khalilzad li ser medyaya civakî ya Twitterê ragihand, ku Fermandarê Feyleqa Qudsî yê Îranê Qasim Suleymanî li Iraqê ye û hêzên Heşda Şeibî teşwîq dike ku êriş bikin ser parêzgeha Kerkûkê û rûbirûyî hêzên Pêşmerge bibin, herwiha ji Washington daxwaz kiriye ku rê li ber her rûdanekê bigre ku Îran li ser kar dike.