Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ji ber biryara Bexdayê jiyana zarokekî Kurd di metirsiyê de ye

Ji aliyê RÛDAW 12-10-2017
Zarokê bi navê Mihemed nexweşê dil e û divê li derveyî welêt were dermankirin

Soran (Rûdaw) – Li devera Soranê, pêwîstiya zarokekî bi dermankirinê heye, lê ji ber biryara Bexdayê ya rawestandina geştên esmanî, malbata wî nikare zarokê nexweş bi rêya firokexaneyan bişîne derveyî welêt.

 

Zarokê bi navê Mihemed nexweşê dil e û divê li derveyî welêt were dermankirin.

 

Dayîka Mihemed, Sariya Ebdurehîm ragihand: “Rewşa tendirustiya Mihemed nebaş e, roj bi roj xerabtir dibe, em nizanin çi bikin.”

 

Malbata Mihemed hemû pereyên xwe di dermankirina zarokê xwe de xerc kirine û dema ku pênc mehî bûye ji bo Mihemed neştergeriya dil hatiye kirin, lê piştî çar salan derketiye holê ku neştergerî bi ser neketiye.

 

Bavê Mihemed, Es’ed Ehmed aşkere kir: “Me li Hewlêrê li cem doktorekî neştergerî kir û gelek pereyên me çûn, beriya heşt mehan laşê wî werimî û me bir nexweşxaneyê, ji me re gotin neştergeriya ku hatiye kirin bi awayekî nezan hatiye kirin.”

 

Ji bo neştergeriyeke nû, divê zarok biçe derveyî welêt. Pisporekî dilê zarokan ku niha Mihemed bi wê nexweşiyê ketiye, dibêje: “Neştergeriya yekem serkevtî nebûye û niha çareseriya wî li derve ye.”

 

Li Başûrê Kurdistanê ji bo nexweşiyên dil, hin navend hene, lê hemû cûreyên nexweşiya dil, li wan navendan nayê kirin.  

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Berpirsekî berê yê YBŞê: Ji ber bombebarana Tirkiyê Zekî Şingalî jiyana xwe ji dest da Duh vî demî 10:03 |

Berpirsekî berê yê YBŞê: Ji ber bombebarana Tirkiyê Zekî Şingalî jiyana xwe ji dest da

irokeyên şer ên Tirkiyê di êrişeke esmanî de çend Zêdetir
Li Kerkûk, Şingal û deverên din ên Kurdistanî 47 post ji Kurdan hatine standin Duh vî demî 04:20 |

Li Kerkûk, Şingal û deverên din ên Kurdistanî 47 post ji Kurdan hatine standin

Heşda Şeibî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an Zêdetir
HEWLÊR – Yekemîn Konferansa Navdewletî ya li ser Cenosîda Kurdên Êzdî Duh vî demî 10:33 |

HEWLÊR – Yekemîn Konferansa Navdewletî ya li ser Cenosîda Kurdên Êzdî

Di çaremîn salvegera karesata Şingalê de îro li Zêdetir
0.547 seconds