Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Balyozê Sûdanê: Emê rastiyên Kurdistanê bigihînin welatê xwe

Ji aliyê RÛDAW 12-10-2017
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Sûdanê yê li Iraqê kir
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Sûdanê yê li Iraqê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Sûdanê li Hewlêrê Yasîn Ewez Îsmaîl ku karê wî yê konsuliyê yê li Herêma Kurdistanê bi dawî bû, weke balyozê welatê xwe li Iraqê dest bi kar kir. Ji ber bidawîbûna erkê xwe, Yasîn Ewez Îsmaîl serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

 

Îro pêncşem 12ê Cotmeha 2017an li Selahedîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Sûdanê yê li Iraqê Yasîn Ewez Îsmaîl kir.

 

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Balyozê Sûdanê silav û rêzên Serok û gelê Sûdanê bi Serok Barzanî gihandiye û diyar kiriye ku erkê wî ya weke Konsulê Giştî yê Sûdanê li Hewlêrê bi dawî hatiye û niha weke Balyozê welatê xwe li Iraqê dest bi kar kiriye û di demeke nêzîk de Konsulê nû yê Sûdanê li Hewlêrê ji aliyê welatê wî ve tê destnîşan kirin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin: “Balyozê Sûdanê spasiyên xwe û welatê xwe pêşkêşî Serok Barzanî û gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku têgihîştina rewşa niha ku heye û rastiyên wê jî digihîne berpirsên welatê xwe yên ser xwe.”

 

Li hember wî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan, hêviya serkeftinê ji bo birêz Yasîn Ewez xwestiye di erkê wî yê nû de û xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûna asta peywendiyên di navbera her du aliyan de nîşan daye û ezmûna Sûdanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên welat bilind nirxandiye.

 

Herwiha di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Kurdistan û Iraq û herêmê û pêşketinên siyasî yên dawî, guftûgo kirine.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.656 seconds