Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Xwendekarên 5 gundan ji ber girtina rê ji xwendinê bêpar in

Ji aliyê Eyûb Nisrî 12-10-2018
Mamoste ji ber girtina rêyan nikarin biçin gundan

Başîk (Rûdaw) - Dema dibistanê ye lê zêdetirî 620 zarokên 5 gundên erebnişîn ên bi ser nahiyeya Başîkê ya Neynowayê ji xwendinê bêpar in. Hinek ji wan dema xwe bi lîstikan derbas dikin û ev 2 sal in dibistanên wan nayên vekirin. Mamoste li navenda nahiyeya Başîkê ne û ji ber ku rêyên di navbera wan de girtîne, nikarin werin wan gundan.

 

Zarokek di derbarê mijarê de dibêje, “Mamosteyên me li Başîkê ne, rêyên me girtî ne. Divê mamosteyên me werin û waneyan bidin me.”

 

Di civata mezinan de jî sohbeta germ li ser vekirina wan dibistanan e.  Ji ber ku mamoste tenê bi qasî rêyeke 10 xulekan ji gundan dûr in. Lê ji ber girtina rêyan, divê rêya bi qasî 2 demjimêran biçin, daku bigihên gundên wan.

 

Gundiyekî ji wan gundan dide zanîn, ku mamosteyên wan li Başîkê ne û ew mamoste dibêjin, eger rê neyên vekirin, em nikarin werin.  Ew gundî dibêje: “Bi zehmet e, rê bi 2 demjimêran e. Heta diçin Mendanya, Bedrîkê û tên. Lê di vir re 10 xulek in. Ew ji ber rê nikarin werin. Çarenûsa xwendekaran jî li hewayê dimîne.”

 

Piştî rûdanên 16ê Cotmehê rêyên di navbera wan gundan û Başîkê de hatine girtin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel kargerîya parêzgehan Neynowa hewl didin, ku rê werin vekirin. Lê desthilatiya leşkerî ya li Mûsilê razî nebûye. 

 

Qeymeqamê navçeya Şêxan Serdar Şêx Yehya dibêje, ew wek hikûmeta Kurdistanê, bi dezgehên xwe yên ewlehiyê û û pêşmerge ji bo vekirina van rêyan amade ne lê divê hemahengî li gel parêzgeha Neynowayê hebe û parêzgeha Neynowayê jî derdibire, divê ew hêzên leşkerî yên ku li wir desthilat in, biryarê bidin.

 

Ev 2 sal in hemwelatiyên gundê Kanî Maran dibistana xwe amade dikin, daku dest bi xwendinê bike. Lê çarenûsa xwenderkarên wan li hewayê dimîne û li benda vekirina rêyên di navbera wan de dimîne. Li gund her tiştên dibistanê jî amade ne bo destpêkirina waneyan lê pirsgirêka wan ew e, ku mamoste dikevin aliyê din ê navendê û ji ber girtina rê nikarin werin van gundan. 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.188 seconds