Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Xwendekar dibêjin li pêşangehê çavkaniyên zanistî yên bi zimanê Kurdî kêm in

Ji aliyê Hadî Selîmî 12-10-2018
13emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Piraniya xwendekarên zanîngeh, peymangeh û xwendina bilind dibêjin, di nav pirtûkên li Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê de çavkaniyên zanistî bi zimanê Kurdî kêm in û bi dest navekin.

 

13emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê berdewan dike. Kesên xwendekar  ên zanîngehan û akademîsyen bi piranî bo pitûkên zanistî serdana pêşangehê dikin lê dibêjin, ew cûre pirtûk li pêşangehê kêm in û li şûna wan pirtûkên zanistî yên bi zimanê Erebî û Îngilizî zêde ne

 

Xwediyê dezgeheke weşanxaneya pirtûkan dide xuyakirin, ku dabînkirina çavkaniyên zanistî bi zimanê Kurdî ji ber gelek sedeman zehmet e û dibêje, karên me gelekî giran e û ew pirtûkên bi 5-7-10 hezaran dikevin ber destê xwendekaran 6-7 meh an saleke me digirin.

 

Xwendekarekî jî behsa kêmbûna çavkaniyên zanistî yên bi zimanê Kurdî kir û dibêje, herwiha çavkaniyên din jî di hinek warên taybet de bi awayekî pêwîst li ber destan tune ne.

 

Wî xwendekarî got: “Bi rastî mixabin, çavkaniyên bi zimanî Kurdî gelek kêm in û ger kêşe li gel zimanê Erebî û Îngilîzî hebin, ew gelekî rastî şikandinê û nîgeraniyê dibin. Ji ber vê yekê piraniya çavkaniyên me bi zimanê Erebî, Farisî û Îngilizî ne.”

 

Keça bi navê Jiyan jî xwendekara pizîşkî ye û dide xuyakirin, ku heta niha tenê çavkaniyek jî bi zimanê Kurdî destê wê neketiye. Jiyan dibêje, çavkanî zêdetir bi zimanê Erebî û Îngilîzî ne û kesên bi van zimanan nizanibin, nikarin ji wan çavkaniyan sûdê werbigirin.

 

Xwendekarên zanîngeh, peymangeh û xwendina bilind û mamosteyên zanîngeh beşeke neveqetiyayî ya pêşangeha pirtûkan e. Di 13emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê de kêmtirî %40ê çavkaniyan bo kitêbên zanistî hatine terxankirin.

1422 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi rastî cudaxwaz bû 15 demjimêr berê |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
0.469 seconds