Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Berdevkê YPGê: Ji 44 welatan dîlên DAIŞê di destê me de ne

Ji aliyê RÛDAW 12-10-2018
Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd
Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku hejmara dîlgirtiyên DAIŞê li ba wan bûye 900 çekdar, ku ji 44 welatên cîhanê ne.

 

Nûrî Mehmûd di hevpeyvîneke rojnamevnî de got, ku beriya operasyona Dêra Zorê hejmara dîlgiritên DAIŞê 520 çekdar bûn, lê bi destpêkirina operasyona Dêra Zorê û heta niha hejmara dîlgiritiyên DAIŞê zêde bûye û niha 900 çekdarên wê rêxistinê li cem YPGê êxsîr in.

 

Nûrî Mehmûd herwiha diyar kir, ku ew 900 çekdarên DAIŞî ku niha êxsîr in, xelkê 44 welatên cîhanê ne.

 

Berdevkê YPGê da xuyakirin, ku madem ku şerê wan li dijî DAIŞê berdewam e, dê hejmara dîlgirtiyan jî bilind bibe û li gorî rayedarên HSDê, ew çekdarên dîlgirtî li kapmeke taybet li bajarokê Eyn Îsa dimînin.

 

Nûrî Mehmûd diyar kir, ew li gel berpirsên welatên wan çekdaran danûstandinê dikin, da ku ew çekdar bi fermî radestî hikûmetên welatên wan bêne kirin.

 

Berdevkê YPGê wiha got: “Di rastiyê de şerê li dijî DAIŞê heta niha berdewam e, heta niha bi berdewamî em dest datînin ser terorîstên DAIŞê, hejmara wan girtiyan jî bîye 900 çekdar û heta niha di zindanan de ne, di nav de 400 heta 500 jinên DAIŞê hene û nêzîkî 1000 zarok jî hene û hemû li vir dimînin, ew hemû çekdarên DAIŞê biyanî ne û xelkê 44 welatan in.”

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mamo | 2018-12-16 5:26:36 PM
Bi hêvîya encamek erênî ji danustandinên we. Welatparêzên Kurdistanê li bendê ne kû hêzên sîyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê helwestek hevbeş...
Hêzeke
| 22 demjimêr berê | (1)
Shirwani | 2018-12-15 8:02:54 PM
Ev xuwezalandin tishteki pirr piroze ji bu kurdistané Hividarim kurd giringiye bidné u pishve binin. Serkevtin ji kurdan re.
Bi wêneyan Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botanê ya Colemêrgê
| Duh vî demî 09:13 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Amed MOL | 2018-12-14 1:34:28 PM
Alan tu shashî bira! Di encamên nezanîn u nexwendinê dibe wek te bira. "SOZ" bi bingehîn u bi zimananîî ya xwe Kurdîye.Tirk evaya kirine " SÖZ" ma wê...
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (2)
osman | 2018-12-14 9:07:20 AM
Ji bo whatsappa kurdî îmze bavêjin. Bila whatsapp bibihîse. ---------------- whatsappa kürtçe dil desteği eklenmesi için imza kampanyası. Whatsapp...
AMED - Salona şanoya
| 29-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Hêzeke 22 demjimêr berê | (1)

Hêzeke "Pêşmergeyên Roj" derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Bi serpireştî û hemahengiya Amerîkayê bûye Zêdetir
Bi rastî cudaxwaz bû 13-12-2018 |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
0.562 seconds