Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

PDK: YNK dixwaze berî 16ê Cotmehê parêzgarekî bo Kerkûkê diyar bike

Ji aliyê 12-10-2018
Rûdaw

Hewlêr (RÛdaw) - YNK li Kerkûkê bo cara yekem daxwaza dabeşkirina postan dike û dibêje: Mehek li pêş PDK heye ji bo ku vegere û bi hev re Civata Parêzgeha Kerkûkê aktîv bikin. PDK jî dibêje, YNK dixwaze heta 16ê Oktoberê parêzgarekî ji bo Kerkûkê deyne, lê PDK xwe naxe bin wî barî.

 

Mijara dabeşkirina postên hikûmî li bajarê Kerkûkê gelek nakokî di navbera pêkhatên wî bajarî de derxistine.

 

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hewl dide, bêyî beşdariya Partiya Demokrata Kurdistanê encûmena parêzgeha Kerkûkê çalak bike û kesekî weke parêzgarê nû yê Kerkûkê destnîşan bike. YNKê bo wê yekê hewlên xwe dest pê kirine.

 

Piştî bûyerên 16ê Oktoberê (Cotmehê) ti civînên Civata Parêzgeha Kerkûkê nehatiye encamdan.

 

Li ser asta polîtboruyê, YNKê li gel aliyên Tirkmen û Ereb ên Kerkûkê civiyaye. Li hember wergirtina posta parêzgar, YNK amade ye serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê û postên zêdetir bide aliyên Tirkmen û Ereb.

 

Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê, Rewend Mela Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: “Em bi baş dibînin ku li gel netewên din li hev bikin, weke mînak posta parêzgar ji me re be û serokê encûmena parêzgehê bo tirkmenan û cîgirê parêzgar jî bo Ereban be. Em hewl didin, wan postên bilind bi lihevkirinê dabeş bikin.”

 

Partiya Demokrata Kurdistanê ku Kerkûkê weke devereke Kurdistanî ya dagîrkirî bi nav dike, li dijî wê şêweya karkirina YNKê bo rêvebirina Kerkûkê ye û li benda wê yekê ye, ku bi rêya partiyên Kurdistanê yekhelwestî û yekdengiyeke Kurdî çê bike, daku Kerkûk ji wê rewşa niha bihê rizgarkirin.

 

Berpirsê Liqa PDKê ya li Kerkûkê, Mihemed Xorşîd dinêje: “Pêşniyara me bo birayên me yên YNKyî ev e, ku careke din li gel partiyên Kurdistanê hewla çareserkirina wê kêşeyê bidin, her çend ku em agahdarin ku YNK dixwaze heta 16ê Oktoberê (Cotmehê) parêzgarekî ji Kerkûkê re diyar bike, lê belê em radigihînin ku PDK naçe bin vî barî.”

 

Partiyên Erebî yên li Kerkûkê bi ser du eniyan de dabeş bûne, ku beşek ji wan li gel mana Rakan Seîd in û beşeke din  jî projeya YNKê dîtine û amade ne danûstandinê li ser bikin.

 

Serokê partiya Heq a Niştimanî, Hatem Taî dibêje: “Fraksyona Birayetî cure helwestek hebû ku hemû alî pê razî nebûn, lê belê niha cure nêzîkbûnek heye ku li hev bikin, em weke Ereb û Tirkmen mercên wisa me nînin, tenê em vê dixwazin ku rêveberî di destekî emîn de ne.”

 

YNK di heyama du heftiyan de du civînên encûmena parêzgeha Kerkûkê saz kiriye, lê nekariye rêjeya yasayî bo encamdana civînê temam bike, niha YNK amadekariyê dike, ku roja Sêşembiya dahatî 16ê Cotmeha 2018 bi beşdariya nûnerên Ereb û Tirkmenan, civîna sêyem a encûmenê saz bike û pirsa danîna parêzgarê nû were aşkerekirin.

 

Duh Pêncşembî 11ê Cotmeha 2018 Bafil Talebanî kurê mezin ê Celal Talebanî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, bi zûtirîn deme m dê posta parêzgariya Kerkûkê werbigrin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
679 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.375 seconds