Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hêza Parastina Êzidxanê li Şengalê dimîne

Ji aliyê RÛDAW 13-1-2018
Rûdaw

Şingal (Rûdaw) - Hêza Parastina Êzidxanê ku Heyder Şeşo serkêşiya wê dike, li derdora Şingalê bicî bûye û ji koma 7 hezar endamên wê hêzê, 1000 ji wan ser bi Wezareta Pêşmerge ne.

 

Hêza Parastina Êzidxanê piştî êrişa DAIŞê ya ser bi wê navçeyê hatiye damezrandin û li wê navçeyê şerê DAIŞê dikir. Pişti bûyerên 16ê Cotmehê û êrîşa Heşda Şeibî û hêzên din yên Îraqê rewşeke aloz li wê navçeyê çêbû.


Ji Hêza Parastina Êzidxanê 1000 pêshmerge bi ser Wezareta Pêşmerge ne û wan şervan ji pisporên leşkerî yên Pêşmerge perwerdeya leşkerî werdigitine. Hêza Parastina Êzidxanê bidirêjiya 40 kilometran ji snorên Hêzên Pêşmerge dûr in û li bakurê Şingalê bicî bûne  û wan deveran diparêzin.


Şervanê ji Hêza Parastina Êzidxanê yê bi navê Reşo Xelef ji Rûdawê re wiha got: “Em vê xakê diparêzin, em Şingalê diparêzin. Heta em sax in û bikarin emê berxwedana vê derê bikin û terka Şingalê nekin.”

 

Ji ber ku derdora Şingalê hatine valakirin û tirsa erebên li ser xelkê herêmê heye, berdewam şervanên Hêza Parastina Êzidxanê û Hêzên Pêşmerge çavderiya dever dikin

 

Şervanê bi navê Xelil Ehmed jî got, heya metirsî hebe ew dê li cihê xwe bimînin û Şingalê biparêzin.

 

Ji heft hezar şervanên 7 Hêza Parastina Êzidxanê, bi fermî tenê 100o ji wan ketine ser bi Wezareta Pêşmerge.

 

Fermandeyê Hêza Parastina Êzidxanê  Heyder Şeşo jî diyar kir ku ew bi navê Pêşmerge li Şingalê mane û got: “Wezareta Pêşmerge alîkariya me dike lê heger alîkairya bikin û nekin jî em li ser erka xwe berdewam bin û em berevaniya vê derê û xelkê xwe bikin.”

 

Berdevekê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet jî diyar kir ew hezar pêşmergeyên ji Şingalê ji karê xwe nehatine dûrxistin.

 

Bi armanca avakirina hêza Parastina Êzidxan, Wezareta Pêşmerge bihtir ji hezar ciwanên Şingalê wergirtibû û ew hêz ji aliyê serbazî ve hatibû perwerdekirin.

Nîşankirin :
631 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.406 seconds