Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Kurdistanê derbarê çarenivîsa DAIŞiyan de bersiv da HRWê

Ji aliyê RÛDAW 13-1-2018
Gitiyên DAIŞî
Gitiyên DAIŞî

Hewlêr (Rûdaw) – Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragihand, ew kesên ku Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) behs dike, di dema operasyona azadkirina Hewîceyê de, xwe radestê hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî dide zanîn, ku roja 21-12-2017ê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) raporteke bi navê “Herêma Kurdistana Iraqê û veşartina 350 girtiyan” belav kiriye û di raportê de dibêje, ku hejmareke girtiyên ku peywendiyên wan bi DAIŞê re hebûye û di zîndanên fermî û nefermî yên dezgehên ewlekariya hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li Kerkûkê de girtî bûne lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Rapor herwiha dibêje, ku niha malbatên wan behsa diyarkirina çarenivîsên wan dike.  

 

Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî ya Herêma Kurdistanê di rapora xwe ya bersivê de dibêje: “Heta roja 16-10-2017ê, ti girtiyek li cem Asayîşa Kerkûkê desteserkirî nebû. Tenê li navçeya Dubizê zîndanêkî demkî hebû, ku ew jî ji bo bo wergirtina wan kesan bû, ku beriya rizgarkirina Hewîceyê dihatine Dubizê. Beşek ji wan endamên DAIŞê bûn an jî hevkariya DAIŞê kiribûn. Hemû erebên sunnî bûn, hejmara wan nêzîkî hezar kesan bû û xwe bi xwe radestê hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê kiribûn.”

 

Di raporê de tê gotin, ku paşî ev kes ji bo asayîşa giştî ya Hewlêrê hatine veguhestin û ti girtîgehek li Kerkûkê nebûye. Herwiha veguhestina van kesan jî di bin berpirsiyariya berpirsên leşkerî yên eniya Kerkûkê pêk hatiye, hêzên asayîş û dijî terorê berpirsiyariya pêvajoya veguhestinê li xwe girtine.

 

Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî amaje bi wê yekê dike, ku di dema girtina kesên gumanbarên DAIŞê de, hêzên ewlekariyê ji bo wan kesan hinek rêşûnan pêk tîne, hemû mafên wan ên weke serdankirin, girtina parêzer û agahdarkirina xizm û kesên xwe jî didin wan.

 

Rapor eşkere dike, “Gelek caran di dema şer de hinek kes hatine desteserkirin lê piştî lêkolînê kesên bêtawan hatine azadkirin, yên têkiliya wan bi DAIŞê re hebibe jî li gorî madeya 4 a Yasaya Terorê ketine ber jêpirsînê. Ev kes tenê 24 demjimêran di bin lêpirsînê de mane. Kesên ku eşkere bûye peywendiyên wan bi DAIŞê re heye ji bo dadgeha taybet hatine veguhestin.”

 

Li gorî raporê, “Şêwazê desteserkirina wan 350 kesên ku peywendiyên wan bi DAIŞê re hebûye, ji ya rapora HRW behs dike cudatir e. Çimkî bi tomet nehatine destgîrkirin, wate nehatine tometbarkirin. Li ser van kesan di destê hêzên ewlekariyê de belge hebûye û di dema operasyona Hewîceyê de wan xwe radestî hêzên ewlekariyê kirine. Herwiha mikûr hatine, ku ew endam û alîgirên DAIŞê bûne, ji malbatên xwe hatine cihêkirin. Malbatên wan jî veguhestine Kampa Cîde ya di bin kontrola hikûmeta Iraqê de. Lewma derfet nebûye malbatên wan ji girtina wan agahdarbin.”

 

Di raporê de tê goti, ku li Herêma Kurdistanê yasaya jimare 3 ya sala 2006ê, ku yasaya tekoşîna li dijî terorê ye, tê peyrewkirin. Heta 17ê Tîrmeha 2016ê jî li ser vê yasayê hatiye karkirin. Lê niha ji bo dadgehkirina van kesan yasaya jimare 21 a sala 2003ê ya Parlamentoya Kurdistanê û herwiha ysaya cezakirinê ya Iraqê ua jimare 111 a sala 1969ê ya sererastkirî, tê bikaranîn.”

 

Derbarê hejmara wan kesên ku li Kerkûkê, ji ber endamtî û alîkariya DAIŞê hatine girtin, jî wiha tê gotin:

 

Di sala 2014ê de 115 kes hatine desteserkirin

 

Di sala  2015ê de 182 kes hatine desteserkirin.

 

Di sala 2016ê de  83 kes hatine desteserkirin.

 

Di 6 mehên yekem ên 2017ê de 19 hatine desteserkirin.

 

Ew kesên ku heta niha jî di bin jêpirsînê de ne wiha ye:

 

Ji sala 2014ê ve 33 kes

 

Ji sala 2015ê ve 78 kes

 

Ji sala 2016ê ve 20 kes

 

Ji 6 mehên yekem ên sala 2017ê ve 6 kes

 

Ew kesên ku biryara girtinê ji wan re derketiye:

 

Di sala 2014ê de 5 kes

 

Di sala 2015ê de 23 kes

 

Di sala 2016ê de 7 kes

 

Ji 6 mehên yekem ên sala 2017ê, cezayê girtinê ji ti kesan re derneketiye lê cezayê 36 kesan ketiye ber temîzê.

 

Herwiha, derbarê radestkirina kesên, ku tevlî karên terorîstî bûne an jî alîkarî dane, rapor dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo radestkirina girtiyên DAIŞî, hevkariyê li gel hikûmeta federal bike. Di vî warî de, li ser daxwaza serokatiya civata wezîran û bi hemahengiya li gel aliyên peywendîdar ên hikûmetê, bi taybetî jî wezareta kar û karûbarên civakî û UNAMIyê, hemahengî berdewam dike. Ji bo vê arancê jî civînên pêwîst berdewam dikin. Lê heta niha hikûmeta federalî ji bo radestkirina wan kesên bi tometa terorê hatine girtin, bi şêweyekî fermî rêkarên yasayî pêk neaniye.”

 

Nivîs: Necmî Salih

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Caifer | 2018-01-20 8:26:09 AM
Dengê te hîç kêm nebe
Gozê | 2018-01-20 8:26:25 AM
Silav ji te re
BI KILAMEKÊ AŞIQÎ ZIMANÊ KURDÎ BÛ – Keça ji Brezîlî: Kurdî ez helandim
| 3 demjimêr berê | (4)
DE | 2018-01-01 5:45:57 PM
HER BIJE TRUMP: RASTIYAN DIBE NE MINA RUSAN:
salen | 2018-01-05 2:32:53 PM
Her biji birez serok Trump . Kurdno Amerika u Israil hevalen me kurdan in , ereb tirk u faris dijminin.
Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!
| 1-1-2018 | (2)
Salen | 2018-01-05 2:29:24 PM
Erdoxan şewitî , Erdoxan perpiti. HILERÊ TIRRRKAN
Erdogan: Têgihiştina Amerîkayê ev be, cîhan şewitî ye
| 5-1-2018 | (1)
umut can | 2018-01-05 11:40:05 AM
Vegerin rojava û li gel ypj cîh bigirin...
400 jinên Kurd bê çare mane: Hevjînên wan çûn û ew man
| 5-1-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.344 seconds