Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

PÊNGAVA ŞER - Artêşa Tirkiyê dest bi topbarana Efrînê kir

Ji aliyê RÛDAW 13-1-2018
Topxaneya artêşa Tirkiyê - Wêne: AA
Topxaneya artêşa Tirkiyê - Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) – Hate ragihandin, ku tophavêjên artêşa Tirkiyê îro ji danê nîvro ve herêma Efrînê topbaran dikin. Di topbaranê de gundên Celemê ya Cindirêsê û Îska ya navçeya Şêrawa ya Efrînê bûne amanc.

 

Artêşa Tirkiyê îro 13-01-2018, ji navçeyên Reyhanli û Kirikhanê yên bajarê hataya Tirkiyê û herwiha ji Îdlibê, herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dan ber topan.

 

Ajansa Anadol ragihand, ku ji nîvroyê ve herî kêm 36 caran herêmên Basûfan, Cinderes, Dêr Belit û Racoyê yên Efrînê hatine topbarankirin.

 

Ajansên nêzîkî YPGê jî ev agahî piştrast kirin û dane zanîn, ku gelek topên ji aliyê rêxistina Heyet Tehrîr El-Şam a ser bi Tirkiyê ve hatine avêtin, ketine nav erdên çandiniyê û ziyan gihandiye xelkê.

 

Li gorî ragihandinê, şervanên YPGê jî bi çekên nîvgiran bersiv didin topbaranê.

 

Hate gotin, ku topbarana li ser Efrînê berdewam dike.

 

Erdogan careke din behsa operasyona ser Efrînê kir

 

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomarê Trkiyê Recep Tayyip Erdogan îro li bajarê Xarpêrê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî 6emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe bû û behsa egera operasyoneke li ser Efrînê kir.

 

Erdogan got: “Me bi Operasyona Mertala Firatê korîdora terorî weke bi kêrê birrî. Bi operasyona Îdlibê jî ji aliyê rojava ve em vê korîdorê rûdixînin. Eger terorîstên li Efrînê xwe radest nekin, emê wir jî di ser wan da hilweşînin. Bila ev yek wiha bê zanîn. Heta hefteyekê dê encamên wê bibînin.”

 

Nivîs: Necmî Salih

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.5 seconds