Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ji Kurdistanê derbarê vekirina firokexaneyan de daxuyaniyeke nû!

Ji aliyê RÛDAW 13-1-2018
Logoya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê
Logoya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) – Şanda Herêma Kurdistanê derbarê civîna îro ya li gel Wezarê Navxwe yê Iraqê de ragihand: “Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Erecî bi biryarbûna Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya li ser çareserkirina kêşeya firokexaneyan, deriyên sînor û bendavan, herwiha çalakkirina wan dezgehan ji me re ragihand.”

 

Şandeke Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Kerîm Şingalî de, îro 13-01-2018, serdana Bexdayê kir û li gel Wezîrê Navxwe yê Iraqê civînek pêk anî.

 

Şanda Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Bi armanca cîbicîkirina fermana Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a jimare 137 a sala 2017ê, ku bi rêz Serokwezîr Heyder Ebadî bi vî fermanî komîsyoneke bilind ava kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî pirsgirêka deriyên sînor, firokexaneyan û birêvebirina bandavan, îro danê sibê 13/01/2018, şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê navxwe birêz Kerîm Şingalî serdana Bexdayê kir.”

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku civîn di nav kêşekî dostane de birêve çûye û Wezîrê Navxwe yê Iraqê balkişandiye ser giringiya berdewamkirina van civînan û herwiha silavên Heyder Ebadî gihandiye şanda Kurdistanê.  

 

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de giringiya çareserkirina pirsgirêkên derbarê deriyên sînor û gumrigan, firokexane û birêvebirina bendavan li gorî bingehên destûr û yasayan hatiye gotûbêjkirin.

 

Şanda Kurdistanê daxuyand, ku di civînê de hatiye gotin, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser çareserkirina van dosyeyan û dubare çalakkirina deriyên sînor, firokexane û bendavan pêdagir û bi israr e.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku Kerîm Şingalî ji ber destpêşxeriya çareserkrina van pirsgirêkên hilavêstî spasiya Serokwezîrê Iraqê kiriye û ragihandiye, ku çareserkirina van pirsgirêkan xizmeta tevahiya Iraqê dike.

 

Nivîs: Necmî Salih

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.672 seconds