Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

VÎDEO – Li Rojavayê Kurdistanê xema herî mezin baran e!

Ji aliyê RÛDAW 13-1-2018
Xwarina zêw belav dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo barîna baranê xelk daneke xwarina “Zêw” çêdikin û belav dikin da ku baran bibare.

 

Kurdên Rojavayê Kurdistanê niha ji her tiştî bêhtir di xema baranê de ne. Hemû kes gazina nebarîna baranê dike.

 

Hemwelatî dibêjin; “Baran nehat û musim jî xerab e. Debara xelkê Rojavayê Kurdistanê li ser çandinê ye. Baran bibare rewşa baş e, nebare jî xereb e.”

 

Îsal baran nehat. Ev jî bû sedema wê yekê ku xelk li hev kom bibin û li ber Xwedê bigerin ji bo ku baranê bibarîne.

 

Hemwelatî xwarina xêrê an ku “zêw” belav dikin. Ew mane li hêviya şansê xwe.

 

Di demên hişkesaliyê de, li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê xelk xwarina “Zêwê” çê dikin. Zêw kevneşopiyke naskirî ye û xelkê gund û bajaran, ji mezin heta biçûk li ser sofrê amade dibin û diayan dikin da ku Xwedê baranê bibarîne.

 

Di  xwarina Zêwê de, bêhtir zarok beşdar dibin, ji ber ku li gorî baweriya xelkê gunehên wan nîne û dibêjin dê Xwedê diayên wan qebûl bike û baranê bibarîne.

 

Nivîs: Necmî Salih

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.265 seconds