Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Asayişa Rojava 4 girtiyên ENKSê berdan

Ji aliyê RÛDAW 13-2-2018
Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryara berdana 4 girtiyên siyasî yên ENKSê da.

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xwesern a Rojavayê Kurdistanê îro Sêşemiyê 4 girtiyên siyasî yên ENKSê berdan.

 

Bi briyara rayedarên Rêveberiya Xweser, her 4 girtiyên siyasî yên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) demjimêr 13:00ê îro Sêşemî 13ê Sibatê li bajarê Qamişlo hatin berdan.

 

Li gorî agahiyan, di çarçoveya vê biryara Rêveberiya Xweser de her yek ji  Salih Cemȋl, Cinêd Seyd Mecȋd, Deham Remedan Hesen ku endamên Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDK-S) ne û herwiha medyakar û endamê Alan Selȋm Ehmed ku endamê Partiya Yekȋtȋ ye, ji zîndanê hatin azadkirin.

 

Endamê partiya Yekîtî û medyakar, Alan Ehmed piştî azadbûnê û derketina ji zîndana Rêveberiya Xweser  ragihand, ku ew ȋro piştȋ salekê û şeş mehan tevî 3 endamên din ên ENKSê hatiye berdan.

 

Ehmed eşkere dike, ku girtina wan ji ber sedemên siyasȋ bûye û derbarê rewşa xwe ya di dema zîndanê de jî got, ku ew zêdetirî 63 rojan di zîndaneke tekane de maye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1095 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| 17 demjimêr berê | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| Duh vî demî 11:16 | (1)
Deniz Deniz | 2018-02-22 6:29:49 AM
Van rojname ji ber tirs, xof û berjewendiya aborî kurdî betalkirin. Rojnameya Welat a tekane li tirkiye weşana kurdî dike dewam dike... Ger zextên...
AZAD21 | 2018-02-22 6:44:01 AM
KA KÎ LI VIRA DEST WE DIDI? BALA XWE DIDIM PIRANÎYE ŞÎROVA TIRKÎ TÊ NIVÎSANDIN... WERIN HERGAV ŞIROVE XWE BI KURDÎ BINÎVSÎNÎN. ALÎYE TIRKÎ BITERKÎNÎN.
Rojnameyên Amedê rûpelên xwe yên Kurdî rakirin
| Duh vî demî 09:07 | (2)
Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| 21-2-2018 | (1)
0.203 seconds