Li Duhokê amadekariya ji bo Roja Evîndaran

13-02-2018
RÛDAW
Gulfiroşên Duhokê, xwe ji bo Roja Evîndaran amade dikin
Gulfiroşên Duhokê, xwe ji bo Roja Evîndaran amade dikin
Nîşan Roja Evîndaran Gulfiroş Amadekarî Duhok
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – 14ê Sibatê li seranserê cîhanê weke Roja Evîndaran (Valentine's Day) tê pîroz kirin, herwiha li Duhokê jî gulfiroşan ji bo vê rojê amadekariyên xwe pêk anîne.

 

Elî Efrînî ku 6 sal in gulfiroşiyê dike,  rojane nêzîkî sed gul difiroşe xelkê Duhokê, rûyê wî yê bi ken û stayla cilûbergê wî, sedemên wê yekê ne ku karê wî zêdetir bibe û bala xelkê bikşîne.

 

Efrînî ji Rûdawê re diyar kir: “Ez dixwazim tenê evînî belav bikim, divê her kes ji hezkirinê hez bike.”

 

Gulfiroş Elî Efrînî ji bo Roja Evîndaran amadekariya xwe kiriye û ew karê xwe weke karekî şaristanî dibîne.

 

Li bazarê jî dikanên ku karê gul û diyariyan dikin, ji bo Roja Evîndaran gelek cureyên gulan anîne.

 

Gulfiroşê dikandar Serkeft Yasîn diyar kir: “Me 4000 gul anîne ji bo Roja Evîndaran û gulên siruştî her kesan dikirin, ne tenê evîndar, herwiha ji bo serdana bûk û zavayan, ji bo serdana nexweşan. Berî niha me gul ji Holandayê dianîn, lê belê piştî ku firokexane hatin daxistin ji welatê Kenyayê tên.”

 

Ji aliyê din ve jî, zêdetirî 10 cihên Duhokê amadekarî ji bo 14ê Sibatê Roja Evîndaran kirine.

 

Rêveberê Waw Centerê Bapîr Akrêyî eşkere kir: “Me li navenda xwe amadekariyên baş kirine û herwiha hunermendên me jî hene.”

 

Li ser asta cîhanê  evîndar 14ê Sibatê weke Roja Evîndaran pîroz dikin, tevî hebûna nêrînên erênî û nerênî, li Duhokê hin kes û cih hene ku vê rojê pîroz dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst