Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Şervanên Hêza Parastina Êzidxanê tevlî pêşmerge bûn

Ji aliyê Nasir Elî 13-3-2017
Hêza Parastina Êzidxanê
Hêza Parastina Êzidxanê

Duhok (Rûdaw) – Hêza Parastina Êzidxan a di bin fermandariya Heyder Şeşo de bi fermî tevlî Wezareta Pêşmerge bû. Di qonaxa yekemîn de ji 4 hezar û 780 pêşmergeyan navê hezar kesan di lîsteya Wezareta Pêşmerge hatiye nivîsandin.

 

Di destpêka êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê de Endamê Civata Navendê ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Heyder Şeşo bi tevê hêzek şervanan li nêzîkî Mezargeha Şêx Şerfedîn a li Çiyayê Şingalê dest bi berevniyê kir. Lewma di demekê kurt de hejmareke zêde yê kurdên êzidî li dora wî civiyan.

 

Paşî Heyder Şeşo hêza xwe di bin navê Hêza Parastina Êzidxanê de birêxist. Heyder Şeşo ji ber alîkariyan ji Bexdayê werdigre, ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistanê ve çend rojan hate binçavkirin.

 

Bi taybet piştî vê bûyerê li ser bifermîkirina vê hêzê tê axaftin. Lê berpirsên Wezareta Pêşmerge pêşiya wê soz dabûne Şeşo, ku eger pêwendiyên xwe yên ligel Bexdayê qut bike dê hêza wî bi fermî be û bikeve ser Wezareta Pêşmerge.  

 

Piştî salekê roja 12/03/2017 Wezareta Pêşmerge soza xwe pêkanî û biryar da hezar çekdarên vê hêzê beşdarî nav Hêzên Pêşmerge bibe.

 

Li gorî amaran hejmara Hêza Parastina Êzidxan 4 hezar û 780 şervan in. Ji ber vê yekê, wergirtina tenê hezar kesan bû cihê rexneyê.

 

Xidir Xalidê 34 salî yek ji wan şervanan e ku navê wî di lîsteya hezar kesî de nebûye, ji Rûdawê re got; “Hê ji destpêka êrîşên DAIŞê ve ez di nav Hêza Parastina Êzidxanê de me. Bi çeka xwe şer dikim. Lê jiber ez ne kesekî nêzîkî Heyder Şeşo bûm, navê min nehate nivîsandin.”

 

Beriya niha dihate gotin, ku ev hêz serbi heşda Şeibî ye. Ji ber Heyder Şeşo Endamê Civata Navendî ya YNKê bû, dihate gotin, ku ev hêz nêzîkî YNKê ye.

 

Lê Heyder Şeşo van gotegotan red dike û dibêje; “Beriya êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê ez Endamê Civata Navendî ya YNKê bûm. Lê piştre weke kurdekî êzidî min berevanî kir. Ew kesên hatine derdora min kombûne jî ji bo parastina Şingalê û Êzidxanê hatine, ne ku ji bo endamtiya min a YNKê, yan aliyekê din.

 

Li gorî gotina Şeşo, Hêza Parastina Êzidxan bi merc beşdarî nav Wezareta Pêşmerge bûye ew jî ev e ku dê Hêza Parastina Êzidxan bi nav û ala xwe di nav wezaretê de bimîne.

 

Heyder Şeşo di vê mijarê de got; “Çawa ku berî min bêyî alîgirî berevanî kiribe, her wisa jî dimînim. Nav, ala û logoya me ya taybetî dê bimîne. Emê di nav Wezareta Pêşmerge de hêzekî bê alî bin.”

 

Derbarê wan şervanên din ên navên wan di lîsteya Wezareta Pêşmerge de nehatiye nivîsandin Heyder Şeşo diyar kir; “Hejmara hêza me 4 hezar û 780 kes in. Niha navê hezar kesan hatiye tomarkirin. Eve w kes in, ku hê ji destpêkê ve ligel me bûne. Ev yekemîn qonaxa bifermîkirina hêza me ye. Di hefteyên pêş me de jî ewên din jî dê bibin fermî. Ez nahêlim ked û xwîdana ti şervanekî êzidî vala here.”

 

Heyder Şeşo herwiha got; “Ji vir şûnde dê ev hêz ser bi Wezareta Pêşmerge be. Ji Şingalê heta Xaneqînê, li ku derê erk bidin me, ferman bidin me em amadene berevaniya xaka Kurdistanê bikin.”

 

Şîrove

 
Tomarker | 14-3-2017
Qay Pêşmerge, Gerîlla, Şervan û nizanim çi hemû ne hêzên me nin ? Ez bixwe tu cudahiyekî di nibenîka(navbera) wan da nabînim. Kesa ku dibîne ka bila ji kerema xwe ra bibêje ka ew cudahî çiye û çawan e ?
Kurdo | 15-3-2017
Belê ez dibînim ku evene nabin Pêşmergeh heger di nav Pêşmergehan de belav nebin.Heiyder bi xwe endamê YNKê ye, û ewên ku Heyider navên wan dane Wezaretê,hemî nêzîkî wîne.Heger Pêşmergehêm YNKê nebana Hêza 70 û Pêşmergehên Partî nebûna 80.pêkve bibana Pêşmergeh Helbet Hevcudayîya Du Îdareyên Herêmê û gevzekîya sîyasî û hevrikayî Taîfî,rewş yê wisa çirçirî nebêya! Du Hêzên cuda cuda, sebebin ku Partî nikaribin bi hevre,xizmet Herêmê bikin heta bi nûhe Rexên li Suleymanîyê bi Teybetî YNK û Gorran,Serok Barzanî wek Serokê Herêmê qebûl nakin.Çawa Şervanên Heider Şeşo,yên YNKê li dijî Partî û Barzanî hatine perwerde kirin û bi Alek cuda yê bibin Pêşmergeh?Pêwîste Heyder û Hêza xwe ji nûhve werin perwerde kirin paşê di nav Hêzên Pêşmergehan de werin belav kirin.
2921 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Cigdem | 2017-11-17 9:16:03 PM
Zor xweş e, spaa
Nihilîzm di navbera Turgenev û Nietzsche de
| 16-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-17 4:34:34 PM
Kurdino,bizanin hin çi dikin û çi dibêjin.Nênerê Trump Perbirsrarê derbarî karê li dîjî Daişê ye.Ne nûnerê Dadmendîyê û demokratîyê li Îraqê ye.Ema...
McGurk û Berhem Salih civiyan
| 17-11-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-11-17 9:59:31 AM
Divê "em" te li Bakurê Kurdistanê derxîn ne tû YPG û PYDê derxî! YPG û PYD li ser Erdê xwe ne, li ser Erdê Bav û Kalên xwe ne, lê tû li ser Erdê...
de | 2017-11-17 2:08:16 PM
naha mesele ne YPG ne ji PYD di saxse wandan dixaze qetliame pek bine ,dibe buka min ,dibe ez kece xwera dibem le tu fambike,erdogan wek mere bila...
Erdogan: Divê em PYD û YPGê ji Efrînê derbixin
| 17-11-2017 | (2)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-11-17 6:14:29 AM
"Tirkiye dixwaze Pêywendîyên xwe bi Kurdistanê re baş bike"??!! Piştî wê kû Tirkîyê di gel Îran û Îraqê Dest di nav Destê hev na, Kurdistan dorpêç...
Şener: Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re baş bike
| 16-11-2017 | (1)
0.547 seconds