Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Çawan ku Pêşmerge ji Kobanî derket divê PKK ji Şingalê derkeve

Ji aliyê RÛDAW 13-3-2017
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Duhok (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji PKKê kir, ku li Şingalê bi awayekê aqilane tevbigere û tekez kir, çawan ku Pêşmerge bi hawara Kobanî çû û piştî timamkirina erka xwe vegeriya, divê PKK jî heman tiştî bike û ji Şingalê derkeve.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro duşemî 13ê Adara 2017ê ji bo lidûvçûna karûbarên kargêrî û rêveberiyê û herwiha arîşeyên li parêzgehê, serdana Duhokê kir.

 

Li gorî daxuyaniya Hikumeta Herêma Kurdistanê ku li ser malpera fermî ya wê hatiye belavkirin, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di wê serdana xwe de, li ser rewşa Şingalê û hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li wê deverê û karesata Şingalê û alîkariya kurdên Rojavayê Kurdistanê di dema wê karesatê de kir.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihandiye, “ew spasiya kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin ku di dema karesata Şingalê de hevkariya xwîşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî kirin û alîkarî dan wan”.

 

Barzanî herwiha tevî spasiyên ji bo alîkariyên PKKê, derbarê hebûna hêzên çekdarî yên PKKê li deverên de jî got: “Çawan ku di dema rizgarkirina Kobanî de, Pêşmegre bi hawara Kobanî çûn û piştî timambûna erka xwe vegeriyan Herêma Kurdistanê, em li benda heman tiştî li PKKê ne, ku bi heman şêweyeî reftar bike û deverê biterikîne, daku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî bikarin proseya avedankirinê û vegerandina jiyanê bo Şingalê û derdora wê dest pê bikin”.

 

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, “Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz kir, ku PKK di vê bareyê de bi aqilane tevbigere û tekez kir, bi ti şêweyekê man û xweferzkirina bi zorê nayê qebûlkirine, çimku rewşê aloztir dike”.

 

Amerîka naxwaze ji bilî hêzên Kurdistanê û Iraqê ti hêzek din li Şingalê hebe

 

Ji aliyekê din ve îro duşemî Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hvepeymaniya Li Dijî DAIŞê de, Brett McGurk îro serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û pê re civiya.

 

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Brett McGurk û Mesûd Barzanî di vê hevdîtinê de behsa rewşa Şingalê kirine.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di hevdîtinê de Brett McGurk ragihand, ku Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê ti hêzeke din li vê deverê hebe”.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

kardox | 2017-07-21 7:06:20 PM
Mala hewe her u her ava u dest u çavên te xweş u xame êt we rengîn terter u bi birşt terter bit kako ê hêja, keke besam, karên ve a bi rumet tişkên...
Besam Mistefa | 2017-07-25 10:24:12 AM
Gelek spas û rêzgirtin kekê hêja Kardox...
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
| 20-7-2017 | (2)
Kurdo | 2017-07-22 11:37:47 AM
Name û navroka xwe,hatî tertîb kirin ku Gorran îdî kare Dozek mezin birêve bibet.Lê bi rastî ne wisa ye,kiryarên Gorranê û ji cihê jê hatî dîyare ku...
Nameyekî Newşîrwan Mistefa ya li ser hilbijartina serokê nû hate belavkirin
| 22-7-2017 | (1)
lolozano | 2017-07-22 3:30:58 AM
Ronakbîrê Hêja!Ako!Dewleta Swêdê an Memleketa xwe,sîyaseteka teybetî bi rêve diçe!Di demên Cengên her du Cîhanê de,nebû terefdarê Dewletên ...
Hikûmeta Swêdê li dijî raya milletan e
| 19-7-2017 | (1)
Kurdo | 2017-07-21 7:15:49 PM
Kî îdayên .Nurî Makîkî bixwene,yê bêje Barzanî li ser heqîyê ye. Çinkê çi hêvî bi Bexdadê namîne ku Kurd bawerîyê bi Bexdadê bikin. Nurî Malîkî,Kesê...
Nûrî Malîkî: Kurdistan nabe dewleteke serbixwe
| 21-7-2017 | (1)
0.703 seconds