Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Şervanên êzidî kêfxweş in ku tevlî pêşmerge bûne

Ji aliyê Tehsîn Qasim 13-3-2017
Hêza Parastina Êzidxan

Şingal (Rûdaw) – Hêza Parastina Êzidxanê bi fermî tevlî Wezareta Pêşmerge bûn. Niha navê hezar şervanan di lîsteya Wezareta Pêşmerge de hatine nivîsandin. Ew bibêjin kêfxweş in ku beşdarî nav Hêzên Pêşmerge bûne.

 

Roja 12ê Adarê bi fermî Hêza Parastina Êzidxanê tevlî nav refên Wezareta Pêşmerge bûn. Ji 4 hezar û 870 şervanên vê hêzê navê hezar şervanan di lîsteya Wezareta Pêşmerge de hatine tomarkirin. Ev hêz di di dema şerê DAIŞê de ji bo parastina Şingalê hate avakirin.

 

Pêşmergeyê bi navê Omer Xelef dibêje; “Em kêfxweş in, ku dibin pêşmerge, bi nav û ala xwe di nav Wezareta Pêşmerge de cîh digrin. Niha tenê hezar hevalên me hatine wergirtin. Daxwaza me ew e ku hemû hevlên me jî bibin pêşmerge. Ew jî dê berdewam karê xwe bikin.”

 

Keçên êzidî jî weke şervanên din di nav vê hêzê de rahênan dîtin û kar kirin. Ew jî dixwazin weke tevahiya hêzê di nav Wezareta Pêşmerge de cîh bigrin.

 

Pêşmergeya jin Sêvê hacî got; “Weke keçekê êzidî ji destpêkê ve weke xwebexş di nav vê hêzê de cîh digrim. Weke gelek xwîşk û birayê xwe em hatine vê derê daku berevaniya axa xwe û gelê xwe bikin.”

 

Şervanên Hêza Êzidxanê bi rêzê navê xwe tomar dikin. Fermandarê vê vê hêzê heyder Şeşo wan piştrast dike, ku mafê ti şervanekê wenda nebe.

 

Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo di vê mijarê de ji Rûdawê re got; “Emê daxwaz bikin heta yek şervanê êzidî yê parastina vê axê kiriye mabe, mafê wan wenda nebe. Qonaxa duyemîn a nivîsndina navan jî di demek nêzîk de ye. Hêvîdar im ev prose zû bimeşe û hebûna vê hêzê zû bê temamkirin.”

 

Ji destpêka şerê DAIŞê ya li devera Şingalê de heta niha beşek ji van şervanan beşdarî şer bûne.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1423 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Dilxwaz | 2017-03-26 12:32:31 AM
Ma Salih Mislim ê wan li kuye? Tirka got em wî bibînim, em ê wî bigirin û ji wî caxîde windaye û kes jî lê napise û qala wî nake. "Min meraq kir,"
ENKS PYDê bi revandina endamê xwe tohmetbar dike
| Duh vî demî 11:42 | (1)
Rastgo | 2017-03-20 8:26:24 PM
Kekê Ziryan, pêwiste tu bibêjî, ma kîjan partî ji ya din zêdetir berjewendiyên kurd diparêze (1), herwiha chima (2). Ji bilî vê divê tu kêmasiyên...
Ferzende | 2017-03-25 8:10:44 PM
Ev pkk ya komunîst ji xwe û fikra xwe pêve tu kesî qebûl nake. Bela ye bela... Bela û musîbeta serê Kurda ye... Heyfa Berzanî bi van musîbetan...
‘Aştiya sar’ a PDK û PKKê
| 19-3-2017 | (3)
Sofi | 2017-03-25 7:49:33 PM
Ji bona xatirê Xwedê herin li mala xwe runin û bes bibin bela serê gelê Kurd, belkî hinek camêrên nu derkevin bêyî kongirên ku her demê wun di bin...
PDK Bakur bi krîzeke siyasî re rû bi rû ye
| Duh vî demî 08:03 | (1)
Bernas | 2017-03-25 1:55:51 PM
YNK/Hero xwe bi zanahî didin alîyekî, bi serda jî kem-kumî dikin, “…çi pêwîstî bi me û alîyên din heye…”. ‘û, û, û. Bavê min, hûn ne partîne ?...
Fazil Mîranî: Ji bo rêkevtinê em li benda YNKê ne
| 16-2-2017 | (1)
0.344 seconds