Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Şingalê yekem gora bi kom a Kurdên Êzidî tê vekirin

Ji aliyê RÛDAW 13-3-2019
Sê Kurdên Êzidî li cem goreke bi kom (Wêne: AFP - Arşîv)
Sê Kurdên Êzidî li cem goreke bi kom (Wêne: AFP - Arşîv)

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî nêzîkî 3 sal û 6 mehan ji kontrolkirina Şingalê, yekem gora bi kom a Kurdên Êzidî ya li gundê Koço bi fermî tê vekirin.

 

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berevan Hemdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Roja pêncşemê (15-03-2019) bi hevahengiya Hewlêr û Bexdayê, vekirina yekem gora bi kom a Kurdên Êzidî li gundê Koço yê Şingalê dest pê dike.”

 

Berevan Hemdî diyar kir: “Di merasîmê de Şanderê Neteweyên Yekbûyî, pisporên navdewletî û nûnerên balyozxane û konsulxaneyên welatan û şanda Wezareta Şehîdan a Herêma Kurdistanê û rêxistin û xizmên şehîdan dê beşdar bibin.”

 

Hemdî eşkere kir ku piştî civîna şanda wezareta wan li gel şanderê Neteweyên Yekbûyî, di yekem pêngavê de encamên pişkinîna xwîna 2 hezar û 601 kes ku li Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgeyan a Duhokê hatibûn komkirin, ji Tiba Dadî ya Bexdayê re hatiye dayîn, ew jî li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar bû, ku ev jî niyetpakî û cidiyeta Herêma Kurdistanê li ser yasayîkirin û zanistîkirina dosyeya jenosîda Kurdên Êzidî nîşan dide.

 

Piştî serdana şanda Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û civîna wan li gel Sekreteriya Giştî ya Bexdayê, beşa gorên bi kom, tiba dadî û rêxistinên nehikûmî, biryar hat dayîn ku hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekirina yekem gora bi kom li gundê Koço yê Şingalê encam bidin.

 

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzidiyan a li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, di nav çar sal û heft mehan de 3 hezar û 371 Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûne û heta niha 3 hezar û 46 kes, çarenivîsa wan ne diyar e.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds