Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

AMED - Ji ber zextan bazara cilûbergên Kurdî geş nabe

Ji aliyê Mehdî Mutlu 14-3-2019
Li bajarê Amedê her sal dema ku roja 21ê Adarê û cejna Newrozê nêzîk dibû, bazara kirîn û firotina cilûbergên Kurdî xweş dibe.

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê her sal dema ku dîroka 21ê Adarê cejna Newrozê nêzîk dibû, bazara kirîn û firotina cilûbergên Kurdî jî her germ dibû, lê piştî qutkirina proseya aşîtiyê zextên li ser rengên kesk û sor û zerê û herwisa qeyrana aborî firotina cilên Kurdî di vê 3 salên dawî de her kêmtir dibe.

 

Hesen Kaya terziyekî bi nav û deng e li Çarşiya Şewitiya Amedê ku ew bi salan e karê dirûne dike, her sal di vê werzê de li ser makîneya wî ya dirûnê tenê qumaşên cilên Kurdî hebûn, lê îsal ji ber daxwaz ji cilên Kurdî re kêm bûye, niha ew niha dirûnên rojane dike.

 

Terzî Hesen Kaya ji Rûdawê re diyar kir: “Rewşa niha dide nîşan ku ti tevgerek nîne di bazarê de, herwisa daxwaz û siparîş jî îsal ji me re nehatiye, ev 3 sal in ku kêf û şahî di nav xelkê de nine.”

 

Li Bakurê Kurdistanê nemaze van salên dawî, pîrozbahiyên Newrozê ji bilî kêfxweşiya buharê û ger û geşt û seyranan bi atmosfereke siyasî de û bi ahengên mîtîngan dimeşe, lê dîsa jî di salên proseya aşîtiyê de malbatên Bakur bi jin û mêr û zarok ve cilên Kurdî li ber xwe dikirin, lê piştî heyama şer destpêkir niha lixwekirina cilên Kurdî dibe cihê metirsiyê û gelek kes bi tawana sempatiya ji PKKê re têne cezadan.

 

Firoşkarekî cilûbergên Kurdî destnîşan kir: “Ji rewşa awarte vir de, daxwazên ji cilên Kurdî re gelek kêm bûne û kiryar xwe nadin ber lixwekirina cilên Kurdî, bazara me li gor 3-4 sal berê %300 ketiye.”

 

Di 2016an de hêzên asayîşa Amedê avêtibûne ser 4 dikanê firoşkarên cilûbergên Kurdî û firoşkaran îddîa kiribûn ku 8 hezar lîre ceza li wan hatiye birîn, li ser vê babetê Parêzgariya Amedê daxuyaniyek belav kiribû û tê de gotibû, qedexe ne ji bo cilên Kurdî ne, ji bo sembol û nîşaneyên PKKê ne.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.171 seconds