Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Mesrûr Barzanî li gel şandeke leşkerî ya hevpeymanan civiya

Ji aliyê RÛDAW 13-3-2019
Şêwirmendê Encûmena Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî kir.
Şêwirmendê Encûmena Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî kir.

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Şêwirmendê Encûmena Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo reform û perwerdekirina Hêzên Pêşmerge kir.

 

Di civînê de gotûbêj li ser mekanîzm û çawaniya birêveçûna proseya reforman û birêkxistinkirina Wezareta Pêşmerge, egera dubare serhildana DAIŞê û zêdebûna liv û tevgerên DAIŞê hate kirin.

 

Di vê derbarê de Mesrûr Barzanî spasiya hewldanên Hevpeymaniya Navdewletî kir û hêviya berdewambûna hevkariyên hevpeymanan bi taybetî di warê reformên di nava Wezareta Pêşmerge de xwest.

 

Şêwirmendê Encûmena Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku hevkariya tevahiya aliyan di her warî de him bo pêşîgirtin ji metirsiyên teror û terorîstan û him ji bo afirandina derfetên guncaw ji bo normalkirin û çareserkirina kêşeyên siyasî, îdarî û destûrî gellek girîng û pêwîst e.

 

Şanda Hevpeymaniya Navdewletî jî di beşeke din a hevdîtinê de tekezî li ser pêşkêşkirina hevkariyên zêdetir bo Hêzên Pêşmerge ji bo pêşvebirina proseya reforman û dubare rêkxistina Wezareta Pêşmerge kir. Vê şandê herwiha piştgiriya xwe jî ji bo hemahengiya navbera Hêzên Pêşmerge, hevpeymanan û hêzên Iraqî di her warî de nîşan da.


Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.171 seconds