Berdevkê HDPê: Dewleta Tirkan heye çima ya Kurdan nebe!

13-04-2017
Rûdaw
Osman Baydemîr
Osman Baydemîr
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr got, dewlata Tirk, Ereb û Farisan heye çi ma ya Kurdan nebe.

 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr li ser rewşa Kurdan daxuyanî da Rûdawê û ragihand ku mafê gelê herçar perçeyên Kurdistanê mafên xwezayî ne û mafê gelê Ereb, Tirk û Farisan çi be, mafê gelê Kurd jî ew e.


Osman Baydemîr amaje kir ku gelek karesat bi ser Kurdan hatiye û got, mixabin Helebce, enfal bi ser Kurdan de hatiye û li herêma Barzan Kurd rastî komkujiyê hatine û nêrîna serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên li hemberî Kurdan  çi be nêrîna Şam, Tehran û Enqerê jî ew e.


Baydemîr anî ziman gelê Başûrê Kurdistanê biberxwedan û keda xwe gihîştiye serkeftinekî girîng û ew wekî kurdekî serkeftinên Başûrê Kurdistanê wek ên xwe dibîne çimkî Kurd yek milet e û wiha domand:


“Parlamentoya Kurdistanê çi bibêje û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser çi xalên hevpar li hev bikin em dê piştgiriya wê bikin. Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo paşeroja xwe ji bexwaze em dê bêşert û bêmerc qebûl bikin û dê piştgiriyê bidin.”


“Kurd çima nebin dewlet”


Berdevkê HDPê wiha domand: “Mixabin nêrîna dewletê wekî ya beriya sedsalan e. Dewlet serokomaran, serokwezîran diguherîne lê ti ciran nêrîna xwe ya li hemberî Kurdan naguherîne. Ji bo ev yeke were guhertin em jî li Bakurê Kurdistanê dixebitin. Em dixwazî çareserî pêk were.

 

Lê mixabin ew li dijî serkeftinên Başûrê Kurdistanê ne, Ala Başûrê Kurdistanê ango ya Kurdistanê wekî ya dijminên xwe dibînin. Kurd li Başûrê Kurdistanê bibin federasyon an jî dewlet çima li dijî Tirk, Eren û Farisan be? dewlata Tirk, Ereb û Farisan heye çi ma ya Kurdan nebe.”


Di berdewamiya axaftina xwe de Baydemîr got: “Ji vê yekê bibawer bin, heger Ala Rengîn li heyv, mars û saturnê jî bê daliqandin ew dê li dijî derbikevin. Çimkî ew dijminên Kurdan e. Heger em kurd li ser xalên hevpar li hev bikin dewletên cîhanê jî mecbûr in ku daxwazên me qebûl bikin.”


Herwiha Baydemîr da zanîn ku li Herêma Kurdistanê zimanê erebî û tirkmenî di parlamotoyê de wekî fermî tê naskirin, lê li parlamentoya Tirkiyê zimanê kurdî qedexe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst