Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Rewşa koçberên Efrînê li kampên Şehbayê xirap e

Ji aliyê RÛDAW 13-6-2018
Gelek koçberên efrînî ku li nav kampên li devera Şehba dimînin, nexweş ketine.

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa koçberên Efrînê li kampên navçeya Şehbayê gelek xirab e. Rêveberî û pizîşkên kampên navçeya Şehbayê behsa wê yekê dikin, ku pêwîstiya wan koçberên Efrînê, bi alîkariya civaka navdewletî heye. Ji aliyê tendirustî ve jî nexweşî li nav koçberan belav bûne.

 

Xelkên Efrînê ku ji cih û warên xwe koçber bûn, li navçeyên derdora vê herêmê, li Şehba û bakurê Sûriyê, derbider man û bêçare man.

 

Di encama piştguhxistina wan de, ji aliyê rêxistinên navdewletî ve, weke ku rêveberên kampên koçberan dibêjin, ew koçber, li çol û kampan, di rewşeke metirsîdar de, derbas dibin û jiyana wan li bin gefa nexweşî û ziyanên mezin maye.

 

Bi gotina berpirsên kampên Şehbayê, yên bi navê Berxwedan û Serdem, rêxistinên navdewletî koçberan piştguh dikin û alîkarî û pêdiviyan li gorî pêwîst ji bo wan pêşkêş nakin.

 

Nêzîkî 200 hezar koçberî, li navçeyên Şehba û derdorê hene, piraniya wan ji xelkê Efrînê ne. Bi dehan koçberên Efrînê jî, tûşî nexweşiyan bûne, lê dermanê pêwîst, ji wan re nayê dabînkirin, lewma gelek nexweşî li nav wan belav bûne.

 

Beşek ji koçberan li nahiyeya Fafînê ne. Beşek jî li Ihris, Til Sosîn, Til Refhet, Til Qerah û Um Hoş û deverên din dimînin.

 

Hevdem ligel destpêka werzê Havînê, nexweşî li nav koçberan bêhtir dibin, ji nexweşiyên ku belav bûne: Heba Salê, rebû, êşên zik û hinavan. Lê ya herî metirsîdar û giran, nexweşiya Êşa Zirav e, ango (Sil) û krîza dil e.

 

Li gorî daxuyaniya nexweşxaneya Kampa Şehbayê, rêxistinên navdewletî serdana wan nekirine. Hebûna mar û dûpişkan jî gefeke, li ser jiyana koçberan, bi taybetî ku dermanê çareserkirinê ji pêvdedana wan, nîne.

 

Bijşîkên kampê jî dibêjin ku bi sedema dorpêçê, nexweş nikarin derkevin derveyî wê navçeyê, ji bo çareseriya tendirustî bibînin, êdî ew banga xwe digihînin aliyên pêwendîdar ku eger rewş wiha berdewam bike, wê encamên xirab ji aliyê tendirustî ve derkevin.

 

Sazî û rêxistinên ku alîkariya koçberan dikin, bêhtir xwecihî ne, ji wan jî:

Heyva Sor a Kurdî.

Komîteya Rênima û Abûriyê.

Komîteya Tendirustî.

Rêxistina Rojava ya Hawarçûnê.

 

Rêveberiyên Kampên Şehbayê, bêhtir ji carekê, daxwaz  ji Civaka Navdewletî kiriye ku alîkariyê bi koçberan re bikin. Her li gorî van rêveberiyan jî, binemayên jiyanê li kampan kêm in, lewma pêwîstiya wan koçberan bi alîkariyê heye.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)
0.172 seconds