Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

TEV-DEM: Aliyên Kurd dikarin weke yek şand ligel hikûmetê têkevin diyalogê

Ji aliyê XALİD CEMİL MİHEMED 13-6-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji mijarên ku di nav aliyên siyasî de, li Rojavayê Kurdistanê, tê gotûbêjkirin, mijara diyalogê ligel hikûmeta Sûrî ye.

 

Hinek alî vê diyalogê red dikin. Hinek jî daxwaza diyalogê dikin. TEV-DEM li ser zimanê serkirdeyekî xwe, radigihîne ku ew ji diyalogê re amade ne, ligel opozsiyonê yan hikûmetê.

 

Bi gotina Hevserokê Têkiliyên Deplomatîk ên TEV-DEMê Ebdulselam Ehmed, divê danûstandin ligel hikûmetê, bi bêşert û mercên pêşwext be, ji ber ku, bi nerîna wî, maseya danûstandinê, mercan, li gorî xurtbûn û hêzê diyar dike.

 

Bi nerîna TEV-DEMê, tê xwestin ku di paşerojê de, Sûriyeke federal bê encamdan, ku ji hemû pêkhateyan re siwaneyek be. Ehmed herwiha dibêje ku aliyên kurdî dikarin weke yek şand têkevin diyalogê ligel hikûmetê.

 

Li aliyekî din, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) dibîne ku diyalog li ser asta navdewletî li Cenêvê tê kirin, lê ew ne ligel danûstandinên bê qeyd û merc in.

 

Serkirdeyekî ENKSê Fethî Gedo tekeziyê li ser wê yekê dike ku gava sereke ew e ku aliyên kurdî yekrêz û yekhelwest bin, lê krîza Sûriyê, bi nerîna ENKSê, bi bê garantiya aliyên navdewletî, nayê çareserkirin.

 

Her aliyek nerîna xwe, di derbarê diyaloga ligel hikûmetê dide, lê hêj rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê aloz e û pêwîstiya wê bi çareyekê heye ku jiyana welatiyan tê de xweş û parastî be.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)
1.625 seconds