Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

VÎDEO – Mîlîsên şîe zarokên tirkmenan dikin leşker

Ji aliyê RÛDAW 13-8-2017
Gundê Beşîr

Kerkûk (Rûdaw) – Heşda Şeibî 180 zarok û nûciwanên gundê Beşîr ê Kerkûkê ji xwe re kirine çekdar. Ev zarok û nûciwan, 3 mehan li ser bikaranîna çek, taktîkên şer û êrîşkirinê hatine perwerdekirin.

 

Rahêner û fermandarên Heşda Şeibî ev 3 meh in perwerde û rahênana leşkerî didin zarokên gundê Beşîr.

 

Merci’ên olî yên şîeyan û herwiha nîştecihên vê herêmê, piştgirî didin çekdarkirina zarokên gundan. Zarokên beşdarî vê xula perwerdeyê bûne tev de tirkmenên şîe ne û temên wan di navbera 10 heta 18 salî de ye.  

 

Nûnerê merci’a şîeyan li gundê Beşîr Seyîd Qember Mûsewî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ev ciwan fêrê hunera şer dibin û em çek didin wan da ku bikarin berevaniya xwe û navçeya xwe bikin. Dema DAIŞê êrîşî Beşîr kir, ziyaneke mezin da gund. Ji ber ku ti kesan nedizanî çek bikarbîne.”

 

Li ser vê mijarê, Civata Parêzgeha Kerkûkê komîsyoneke lêkolînê pêk aniye. Civata Parêzgeha Kerkûkê dide zanîn, ku ti yasayak rê nade karek wiha were kirin û dixwaze li ser vê yekê Neteweyên Yekgirtî û çalakvanên mafên mirovan û mafên zarokan agahdar bike.

 

Serokê Komîsyona Mafê Mirovan li Civata Parêzgeha Kerkûkê Ciwan Hesen jî got: “Emê Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ewlekariyê agahdar bikin, ku pêşiya karên wiha bigrin. Divê li ser vê mijarê guvaşê bixin ser hikûmet, wezareta navxwe û wezareta berevanî ya Iraqê da ku li hember vê yekê bê deng nemînin. Ji ber ku bi ti awayî nabe zarokên ji 18 salî biçûktir bixin nava şer, bikin çekdar û mafên wan binpê bikin.”

 

Sala derbasbûyî jî Heşda Şeibî di xulekî leşkerî de 100 zarok perwerde kiribûn û ew kiribûne çekdar. Tê gotin, ku ev zarok beşdarî şer û pevçûnan jî dibin. Herwiha niha li navçeya Taze û gundê Beşîr ê Kerkûkê, zêdetirî 20 yekîneyên çekdarî yên Heşda Şeibî hene.  

 

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 22 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.625 seconds