Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Tevgera Goran: PDK mercên me qebûl neke, bila her yek here mala xwe

Ji aliyê RÛDAW 13-8-2017
Şoreş Haci
Şoreş Haci

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî dibêje, eger PDK mercên ku ji aliyê Civata Nîştîmanî ya Goran ve hatine pêşkeşkirin qebûl bike, dikarin guftûgoyan bikin.

 

Endamê Xaneya Raperandinê ya Tevgera Goran Şoreş Hacî, beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû û ragihand: “Di hemû şert û mercan de, ji bo çareseriya pirsgirêkan em piştgirî didin rê û rêbaza guftûgoyê. Me prensîba diyalogê pesend kiriye.”

 

Hacî da zanîn, ku wan bi awayeke ne rastarast bersiva daxwazên PDKê yên li ser çalakkirina parlamentoyê daye û got: “Niha top di saha wan de ye. Eger PDK xalên me pesend bike bêgumand ê pêwendiyên din jî çêbibin û rûniştin çêbibin. Lê eger pesend nekirin, wê demê bila hemû kes li mala xwe rûne û lê binere ka dê bûyer bigihin ku derê.”

 

Berdevkê Tevgera Goran careked in helwesta partiya xwe ya li hember giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dubare kir û diyar kir: “Diyarkirina dema giştpirsiyê û rijdbûna li ser vê mijarê ji aliyê kesek an jî hîzbekê ve, weke sepandinekê ye li ser hemû gelê Kurdistanê. Em li gel dewleta serbixwe ne. Giştpirsî qonaxeke biçûk ê pêvajoya ragihandina dewleta serbixwe ye. Lê ji bo vê divê bingehên yasayî werin amadekirin.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku duh 12-08-2017, Civata Niştimaniya Tevgera Goran bi daxuyaniyekê ragihand, ew daxwaz dikin giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê were paşxistin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ku damezrandina Kurdistana serbixwe weke hemû gelê Kurdistanê armanca Tevgera Goran e jî û hate destnîşankirin: “Referandum ji bo serxwebûnê wesîle ye. Pêwîst e ev mijar bo demeke şert û mercên guncawtir were paşxistin û ji parlementoyê re were pêşkêşkirin.”

 

Di daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku hilbijartinên giştî di dema xwe de bila werin pêkanîn û hat ragihandin:

 

“Piştî ku di navbera partiyên Herêma Kurdistanê de rêkeftineke siyasî were pêkanîn, divê parlemento were aktîvkirin. Tevî ku parlemento erkê xwe yê yasadanîn û çavdêriya xwe bidomîne, ji bo ku li Kurdistanê sîstema parlementeriyê were dabînkirin, divê pêvajoya guhertina yasaya serokatiya Kurdistanê berdewam be.”

Şîrove

 
Melih Erdinc | 13-8-2017
Goran gora xwe dikole
Bernas | 23-8-2017
Kijan perlemen ? Welat û gele bindest bû, mafê xwe yî çareserî nebû, perlemen hebe çîye, nebe çîye. Perlemen li wvir, perlemen li wir; ew li ser zimanê xwe kirine kuleke. Hevordor dijmin, Goran ketine derdê perlemek gelê bindest. Keremkin bi hemû hêze xwe tevî gishtpirsî û serxebûn bibin, pishtra mîrov dîsa zora perlemen dike.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Şivan | 2017-10-17 10:21:31 PM
Derevo dike segbab.
Dillon: Em agahdar nînin ku Heşda Şeibî yan Supaya Pasdaran beşdarî êrişa Kerkûkê bûbin
| 12 demjimêr berê | (1)
mikaili | 2017-10-17 9:14:51 PM
bikujin ,eger we nekusht,ewe we bikujjin.tola kerkük hilgirin.
Li Bendava Mûsilê şer derket: 8 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
| 12 demjimêr berê | (1)
Star GERILLA, amed | 2017-10-17 4:18:15 PM
Barzani qat birnaka, Tu seroke Hamo kurdani! Bas seri xwe bilind bigira!!!! EM ji buna xelki kurd cane xwe siper bikini!!!! NAMUSE KURDA B...
lolozano | 2017-10-17 8:14:53 PM
Ewên ku bi şert xweztine,û gotine em Gişpirsîya serxwebûna Kurdistanê,bê Kerkukê,qebûl nakin,ewana dibêjin,heger Giştpirsî li Kerkukê nehata kirin...
Barzanî: Tişta ku li Kerkûkê qewimî encama biryara yekalî ya hin kesan bû
| 18 demjimêr berê | (3)
de | 2017-10-17 5:42:42 PM
dijmine bavan nabe doste lawan.aqile xwe topi sere xwe bikin, dibe hemu servanen kurdistane bibin yek u namusa kurdan azad bikin, va tista nahe qebul...
Dr | 2017-10-17 7:51:31 PM
Rudav bu adami bir daha bu kanalda gorursem bir daha sizi takip etmem!
CHP: Tirkiye dikare di navbera Hewlêr-Bexdayê de navbeynkariyê bike
| 18 demjimêr berê | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.469 seconds