Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Îrada milletê Kurd nayê şikandin!

Ji aliyê RÛDAW 13-9-2017
Mesûd Barzanî

Akrê (Rûdaw) -  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di ahenga ji bo serxwebûna Kurdistanê ya li bajarê Akrê de ragihand, 100 sal e Kurd li benda serxwebûnê ne û tekez kir, Îrada milletê Kurd nayê şikandin, lê belê yên ku dixwazin îradeya Kurdan bişkînin, bila kerem bikin meydanê.

 

Îro çarşembî 13ê Îlonê ahenga ji bo piştgiriya li referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê li bajarê Akrê bi beşdariya hezaran kes hat sazkirin, ku heta niha jî berdewam e. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdarî di ahenga li Akrê de kir û gotarek ji bo piştgiriya referandumê pêşkêş kir.

 

Mesûd Barzanî di gotara xwe de ragihand, şirîkatiya Herêma Kurdistanê ya li gel Iraqê rastî şikestinê hatiye û got, ku Herêma Kurdistanê ezmûnek tal li gel Bexdayê heye.

 

Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku hikûmeta Iraqê destûr binpê kiriye û diyar kir, ku prensîpa rêkevtinê û hevbeşiyê li Bexdayê hatiye jibîrkirin û niha hikûmeta Iraqê kar bi prensîpa piraniya siyasî dike.

 

Barzanî derbarê biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê de got: “Biryara referandumê, biryara takekesekî an aliyekî nîne, lê biryara hemû partiyên Kurdistanî ye.”

 

Barzanî diyar kir: “Hemû hewlên me li gel Iraqê rastî şikestinê hatin, divê berpirsên Iraqê gazindê li xwe bikin û ji xwe bipirsin, ka çima hemû şirîkatiyeeke li gel wan şikestin aniye.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê hevbeşiya Kurdan li gel Iraqê de wiha got: “Pişka me ji hevbeşîkirina li gel Iraqê hertim malwêranî bû.”

 

Barzanî amaje bi daxwazên bo paşxistina referandumê kir û bi gotina wê yekê ku heta niha yên ku daxwaza paşxistina referandumê dikin, ti alternatîvek nedane, tekez kir: “Eeger alternatîvek bo referandumê hebe û heman armancê pêk bîne, em dê qebûl bikin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser mafê milletê Kurd bo serxwebûnê kir û bi gotina, sed sal e ku em li benda serxwebûnê ne, diyar kir: “Em amade ne ku hemû baceke serxwebûnê bidin.”

 

Mesûd Barzanî amaje bi binpêkariyên hikûmeta navendî ya Iraqê li hember destûrê û mafê milletê Kurd kir û destnîşan kir: “Eger ew (Iraq) destûrê qebûl nekin, em xizmetkariyê qebûl nakin… Êdî dema wê yekê hatiye ku milletê Kurd bêje êdî bes e.”

 

Barzanî derbarê biryara duh a parlamentoya Iraqê de jî, ku bi biryarekê referanduma Herêma Kurdistanê red kiribû, ragihand: “Îrada milletê Kurd bi parlamentoya Iraqê naşikê, em dixwazin bi xweşî û biratî bigihîjin mafên xwe. Lê yên ku dixwazin îradeya milletê Kurd biceribînin, bila kerem bikin, va ye meydan.”

 

Di beşeke din a gotara xwe de, Barzanî bang li tevahiya xelkê Herêma Kurdistanê bi giştî û xelkê Akrê bi taybetî kir û got: “Dengê we ji bo serxwebûnê dê rihê şehîdan asûde bike. Dengê we bo serxwebûnê dê dawî bi cenosîdan, enfal, kîmyabaran û şewitandina gundan bîne.”

 

Barzanî tekezî li ser berdewamiya gotûbêjên li gel Bexdayê piştî referandumê kir û da xuyakirin: “Piştî referandumê em dê deriyê gotûbêjê li ser gelek mijaran vekin. Yên ku daxwaza paşxistina referandumê dikin, bila piştî birêveçûna wê gotûbêjê li gel me bikin. Piştî referandumê em amade ne, ku ji bo gelek mijaran li gel Iraqê rêkevtinê bikin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, pêwîst e ku biratiya Kurdan li gel netewe û olên din parastî be û destnîşan kir: “Em naxwazin xwîn were rijandin û naxwazin ti dijminahî hebe.”

 

Biryar e, referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê di 25ê vê mehê (Îlon), yanî 12 rojên din were encamdan.

 

 

2009 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| Duh vî demî 11:49 | (1)
Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
0.547 seconds