Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KERKÛK – DAIŞê hewl da bi ala Iraqê û Heşda Şeibî êrişî Pêşmerge bike

Ji aliyê RÛDAW 13-9-2017
Çekdarên DAIŞê (Wêne: Arşîv)
Çekdarên DAIŞê (Wêne: Arşîv)

Kerkûk (Rûdaw) – Fermandarê Pêşmerge planeke nû ya êrişkirinê ya DAIŞê aşkere kir û ragihand, niyeta wan hebû ku bi ala Iraqê û flamayên Heşda Şeibî li Hewîceyê êriş bike, da ku me bi Heşda Şeibî û hêzên Iraqê bidin şerkirin.

 

Berpirsê Cebheya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re diyar kir: “Zanyarî gihiştin me ku DAIŞ li Hewîceyê, bi komkirina ala Iraqê û flamayên Heşda Şeibî mijûl e.”

 

Kerkûkî herwiha got: “Li gor zanyariyên me yên hûrgilî, mebesta DAIŞê ew e ku bi navê Heşda Şeibî, êriş bike ser Pêşmerge, da ku di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de şer derxe.”

 

Berpirsê Cebheya Rojavayê Kerkûkê aşkere kir, ku plana DAIŞê pûç kirine û naxwazin di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de pirsgirêk derkeve.

 

Di sala 2014an de DAIŞê beşeke berfireh a xaka Iraq û Kurdistanê dagir kir. Niha navçeya Hewîceyê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, yek ji wan çar navçeyan e ku DAIŞ têde maye. Pêşmerge û hêzên Iraqê ji bo kontrolkirina vê navçeyê, xwe amade dikin. Wisa tê pêşbînîkirin ku hezar çekdarên DAIŞê li Hewîceyê mane.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| Duh vî demî 11:49 | (1)
Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
0.594 seconds