Encumena Diyaleyê li dijî referanduma Kurdistanê biryar da

13-09-2017
RÛDAW
Encumena Parêzgeha Diyalayê beşdarbûna referandumê red kir
Encumena Parêzgeha Diyalayê beşdarbûna referandumê red kir
Nîşan Serxwebûn Referandum Kurdistan Diyale Parêzgeh Redkirin
A+ A-

Diyale (Rûdaw) – Encumena Parêzgeha Diyaleyê, beşdarbûna giştpirsiya 25ê Îlonê red kir. Endamên Kurd aşkere kirin ku ev biryar bi zext û fişarê hatiye dayîn.

 

Serokê Encumena Parêzgeha Diyaleyê Elî Dayînî di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir:

 

“Di rûniştina Encumena Parêzgehê de pêkanîna referandumê li sînorên rêveberiya parêzgehê, bi piraniya dengan hate redkirin. Em naxwazin li deverên me yên ku demeke berê DAIŞ jê hate derxistin, alozî derkeve.”

 

Di rûniştina dengdanê de 26 endamên encumenê amade bûne û endamên Kurd rûniştin boykot kirin û aşkere kirin, ku biryar bi zext û fişarê hatiye dayîn.

 

 

Biryara encumenê, piştî biryara beşdarbûna navçe û nahiyeyên Kurdistanî yên ser bi parêzgeha Diyalayê ye hat.

 

Ji lîsteya Hevpeymaniya Biratî û Pêkvejiyana Kurdistanî, Endamê Encumena Parêzgeha Diyaleyê Hoşyar Îsmaîl ji Rûdawê re diyar kir: “Li gor yasayê, encumenên bajarokan serbixwe ne û dikarin bi xwe li ser çarenûsa xwe deng bidin, ne ku Encumena Parêzgehê biryara dengdanê bide.”

 

Hoşyar Îsmaîl bal kişande ser wê yekê: “Em sê endamên encumenê beşdarî civînê nebûn û nabin jî.”

 

Li Encumena Parêzgeha Diyaleyê, 13 endamên Hevpeymaniya Niştimanî (şîe), 13 endamên Lîsteya Iraqî (sunî) û 3 endamên Kurd ên Lîsteya Biratî û Pêkvejiyana Kurdistanê hene.

 

Niştecihên Parêzgeha Diyaleyê zêdetirî milyok û 500 hezar e.

 

Ji 6 navçe û 14 bajarokan pêk tê.

 

Diyartirîn navçeyên Kurdan; navçeya Xaneqînê, bajarokên Gulale, Seidiye, Qeretepe û navçeya Kifrî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst