Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Civîna Parlementoya Kurdistanê hate paşxistin

Ji aliyê RÛDAW 13-9-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber pabendbûna bi rêkara navxweyî ya Parlementoya Kurdistanê, civîna parlementoyê heta roja înê, demjimêr 19:00 hate paşxistin.

 

Endamê Parlementoya Kurdistanê Dilêr Mawetî ji Rûdawê re diyar kir: “Li gor rêkara navxweyî ya Parlementoya Kurdistanê, divê ji bo rûniştina parlementoyê, beriya 48 saetan endamên parlementoyê werin agahdarkirin. Ji ber vê yekê civîn heta roja înê 15ê Îlona 2017an saet 19:00ê hate paşxistin.”

 

Piştî lihevkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji bo aktîvkirina Parlementoya Kurdistanê, Rêveberiya Ragihandinê ya Parlementoya Kurdistanê îro çarşemê piştî nîvro di 13ê Îlona 2017an de ragihandibû:


“Di vê demê de ku rewşa Kurdistanê di şert û mercekî hestiyar re derbas dibe, pêwîst e Parlemetoya Kurdistanê rola xwe ya dîrokî bibîne. Îmzeya rêjeya yasayî ya endamên Parlementoya Kurdistanê ji bo pêkanîna civînê di roja pêncşem 14ê Îlona 2017an de, hatiye pêşkêşkirin.”

 

Her sê aliyên siyasî yên sereke li Herêma Kurdistanê, PDK, YNK û Goran ji bo gotûbêjkirina referandumê û aktîvkirina parlamentoyê duh 12ê Îlona 2017an li Hewlêrê civiyabûn.

 

Li aliyekî din jî, YNK duh saet 17:00 bi dema Hewlêrê pêşwazî li şandeke Komela Îslamiya Kurdistanê jî kiribû.

 

Heft xalên projeya YNKê:

 

1 - Asayîkirin û aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê

 

2 - Bi mebesta dabînkirina hevsengiyê di navbera mûçeyên pilebilindan û mûçeyên kêm de, pêwîst e paşekewtkirina mûçeyê bi rêya pesendkirina projeyasayeke taybet were rakirin û garantiya dana mûçeyên paşekewtkirî yên karmendan were dan.

 

3 - Bawerîdan bi serok û endamên Encumena Sidoqa Dahatên Petrol û Gazê

 

4 - Pêdeçûn bi yasaya hilbijartinan bihê kirin û mafê dengderên rûniştvanên navçeyên veqetandî (ji Kurdistanê) bihê dabînkirin, daku nûnerên rasteqîn ên wan di parlamentoya Kurdistanê de hebin.

 

5 - Pesendkirina yasaya referanduma ji bo serxwebûnê.

 

6 - Bawerî bi komîteya amadekirina destûrê bo referandumê bihê dan, ji bo amadekirina destûra dewleta Kurdistanê.

 

7 - Pêdeçûna yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, hejmara 1 a sala 2005ê

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 22 demjimêr berê | (2)
salman | 2018-02-19 7:56:34 PM
ne Sîr û ne jî Pìvaz.... herdû pêxwaz bash dizanin ku herdû nakin çend banot.... ne Pirçên wan kes dikrêt û ne jî xwîna wan bi kêra tishtek nayêt.......
Ebadî û Malikî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan dibe
| 11-1-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| Duh vî demî 06:50 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| Duh vî demî 11:52 | (1)
0.703 seconds