Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KERKÛK – Daxwazên tirkmen û ereban ji referandumê

Ji aliyê RÛDAW 13-9-2017
Rûdaw

Kerkûk (Rûdaw) – Tirkmen û erebên li parêzgeha Kerkûkê daxwaza piştrastbûnê dikin, ji ber ku weke ew dibêjin, gotegot hene ku piştî giştpirsiyê, ewê ji wî bajarî bêne derxistin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh sêşemê 12ê Îlona 2017ê li gel cîgirê xwe Kosret Resûl Elî serdana bajarê Kerkûkê kir û piştre bi amadebûna Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û Kosret Resûl bi pêkhateyên vî bajarî re civîneke berfireh pêk anî.

 

Mesûd Barzanî cardin tekez kir, ku refrandum nayê paşxistin û ragihand, xelkê Kerkûkê, bi hemû ol û pêkhateyên xwe ve biryar li çarenivîsa xwe didin û “her weke çawan ku em qebûl nakin nasnameya Erebî li ser me bihê sepandin, em jî nasnameya Kurdî li ser ti kesî ferz nakin.”

 

Di derbarê seredana Barzanî de ji bo parêzgeha Kerkûkê û encamdana referandûmê, Rûdawê nerîna xelkê wî bajarî wergirtiye.

 

Piraniya wan kesên ku ji Rûdawê re axivîne, pêkhateyên tirkmen û ereb in, ew daxwaza piştrastbûnê dikin, ji ber ku weke ew dibêjin, gotegot hene ku piştî giştpirsiyê, ewê ji wî bajarî bêne derxistin.

 

Niştecihê Kerkûkê yê tirkmen Ehmed Sermed ji Rûdawê re wiha got: “Giştpirsî jib o Kerkûkê baş e. Pêwîst e piştî giştpirsiyê li Kerkûkê tirkmen wekî gelê duyem bê qebûlkirin.”


Xazî Esxer ê bi eslê xwe tirkmen jî got: “Heger dewletek bê avakirin û Kerkûk bibe perçeyekê ya wê divê mafê tirkmen û ereban bê parastin.”


Niştecihê ereb ê bi navê Ebu Elî jî diyar kir ku xelkê ereb ên li Kerkûkê diltirsin lewma daxwaza piştrastbûnê dikin kiryarên xirab li hemberî wan neyê kirin û got: “Tê gotin piştî referandumê dê ereban ji bajêr derbixin. Xelk ditirsin piştî referandumê herin bajerekê din. Lewma xelk daxwaza piştrastbûnê dikin.


Hinek partiyên ereb û tirkmenan ên giştpirsiyê baykot dikin ji xelkê dixwazin kes neçin li ser sindoqan dengên xwe bikar nehêne. Ji aliyê din ve partiyên kurdan jî hewl didin wan kesan razî bike herin li ser sindoqan.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.64 seconds