Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Şêx Ceifer: Em rê nadin dagirker pê li axa Kurdistanê bikin

Ji aliyê RÛDAW 13-10-2017
Kerkûk

Kerkûk (Rûdaw) – Fermandarê Hêzên 70 ya Hêzên Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa ragihand, ku şeva derbasbûyî wan planeke mezin a li hember Kerkûkê vala derxistine û got: “Em rê nadin dagirker pêngavekî jî bavêjin ser axa Kurdistanê.


Piştî civîna fermandarên pêşmerge li Kerkûkê, Fermandarê Hêzên 70 ya Hêzên Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa derbarê rewşqa dawîn a Kerkûkê de ji rojnamevanan re ragihand, ku şeva derbasbûyî Heşda Şeibî planeke mezin amade kiribû, ku ji Xaneqînê heta Kerkûkê êrîşê pêşmerge bike lê ev plana wan hatiye pûçkirin.

 

Şêx Mistefa got: “Me bi Ebadî û heta gelek berpirsên din re pêwendî danî da ku şer çênebe. Birastî em naxwazin şer çêbibe lê eger şerî pêsîra me jî girt emê bikin. Lê diyar eku ew gelek bê minnet bûn. Ji fermandarê eniya başûrê Kerkûkê Westa Resûl re nameyek şandine û gotine, di nava 48 demjimêran de hemû baregahên leşkerî, firokexane û bîrên petrolê radestê wan bikin. Gotine dê Polîsên Federalî bikevin van cihan.”

 

Bi gotina Şêx Mistefa, fermandarê pêşmerge Westa Resûl jî bersiveke tund daye û gotiye, ku bi ti awayî daxwaza wan nayê cîbicîkirin û eger bixwazin dikarin hewla vê yekê bidin.

 

Fermandarê Hêzên 70 ya Hêzên Pêşmerge nûçeyên valakirina hinek çeperên pêşmerge jî rexne kir û got: “Dema DAIŞ hat me xetekê parastinê avakiribû. Me ji bo dûrxistina DAIŞê ev bername danî bû û heta 20 kîlometre em pêş ve çûbûn. Îro gefa Iraqê li ser me ye, lewma me ev xet hiştiye da ku ti pêşmergeyek ziyan nebîne. Me hêzên xwe li dora Kerkûkê kom kiriye. Ev yek jî bi agahdarbûna berpirsên ser ve hatiye kirin.”

 

Cefer Şêx Mistefa da xuyakirin, ku bi ti awayî ew rê nadin hêzeke leşkerî gav biavêje nav Kerkûkê û diyar kir: “Em rê nadin ti dagirkerek pêngavê bavêje ser axa Kurdistanê. Em ne şerxwazin û bi ti awayî daxwaza şer nakin. Bi hemû awayî xwe diparêzin lê ewê were ser me û teqe jî bike kurê bavê xwe be dê ya xwe bibîne.”

 

Şîrove

 
germo | 13-10-2017
ji me her dever kobani ye..kerkuk ciheki axa Kurdistane diroki ye...40 milyon Kurd qebul naki ku peşmerge çeperén kerkuké vala bike ...di şer de bo taktiké xwe paş kişandin heye..lé em ti cari radest kirine kerkuké vi kuçiké irané re qebul nakin
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 3 demjimêr berê | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 5 demjimêr berê | (1)
wan | 2017-10-18 9:30:27 AM
Deste barzani sax be
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
| 3 demjimêr berê | (1)
rasti | 2017-10-18 7:59:12 AM
jashe iranen na hezi iraqi. chiawazye beyni hez u jash.
McGurk: Em hewl didin pêşiya şerê pêşmerge û hêzên iraqî bigrin
| 6 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.641 seconds