Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Di kêliya destpêkê de Tirkiyê destê alîkariyê dirêj kir

Ji aliyê RÛDAW 13-11-2017
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji bo lêkolîna rewş û ziyanê dê komîsyonekê bişînin cihê erdhejê û herwiha spasiya hikûmeta Tirkiyê kir, ku di kêliyên yekem ên erdhejê de ji bo alîkariyê peyam şandine.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî  civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de bûyera erdhejê, geşedanên dawîn nirxand.

 

Barzanî da xuyakirin, ku ji şevê din ve ji bo agahiyên derbarê erdhejê de, li gel Parêzgarê Silêmaniyê û Qaymiqamê Derbendîxan di nava şêwirê de ne û got: “Li gorî zanyariyan heta niha 7 welatî şehîd bûne û hejmarek welatî jî birîndar bûne. Em di Encumena Wezîran de biryar da ji bo lêkolînan dê komîsyonekê bişînin cihê erdhejê.”

 

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ku piştî erdhejê Ofîsa Serokomarî, Wezareta Derve û Konsulxaneya Hewlêrê peywendî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re kirine demildest hevkarî şandine.

 

Barzanî got: “Tirkiyê ji duh şev ve bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl alîkarî şandiye herêmê. Herwiha bi rêya firokexaneya Silêmaniyê ve hevkarî şandin. Ez dixwazim spasiya helwesta Serokomariya Tirkiyê bikim. Tirkiyê di rojên teng de alîkariya me dike. Tirkiye cîranê me ye û em her tim dixwazin peywendiyên me bi cîranên me re baş be.”

 

Bûdceya Iraqê û diyaloga li gel Bexdayê

 

Serokwezîr Barzanî behsa projeyasaya bûdceya 2018ê ya Iraqê jî kir û diyar kir, ku wan nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê vê mijarê de pêşkeşî hikûmeta Bexdayê kirine lê heta niha ti bersivek wernegirtine û wiha axivî:

 

“Ev xiraptirîn reşnivîsa projeyasaya bûdceya Iraqê ye. Ew pênaseyên di nava reşnivîsê de hene bi temamî ji bo xirakirina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê ne. Di vî aliyê de helwesta me eşkere ye. Destûr pênaseya qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê dike. Em dixwazin li gel Bexdayê bigihin rêkeftinekê. Di vê reşnivîsê de zulm li gelê Kurdistanê kirine. Çimkî ew rêjeya diyar kirine tenê têra meaşê parêzgehekê nake. Me bi sîstema bayometrî hejmara karmend û meaşxuran destnîşan kirye. 


Eger Bexda bixwaze meaşên Herêma Kurdistanê bide, em amade ne. Lê Bexda dixwaze bi dualî bilîze, ji aliyekê ve ji xelkê Kurdistanê re dibêjin emê meaşên we bidin û ji aliyê din ve jî bûdceyê kêm dikin, bi tewşkirinekê dixwazin qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê têk bidin. Em dixwazin diyalogekî pir cidî bikin eger ew jî amade bin em dikarin danûstandinan bikin.”

 

Derbarê pirsgirêka dermanan de jî Nêçîrvan Barzanî got: “Mixabin di mijara şandina bûdce û dermanan de pirsgirêk derketine. Neşandina dermanan pirsgirêkan kûrtir dike. Ji ber ku ji bilî nîştecihên Herêma Kurdistanê hejmareke zêde ya koçberan jî li Kurdistanê dijîn.”

 

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku ew dixwazin pirsgirêkên li gel Bexdayê di çarçoveya Destûra Iraqê de were çareserkirin û dubare kir, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjan amade ye.

 

Barzanî got: "Niha li vir pirs eve ye; em dixwazin li Iraqê îstîqrarekî bi berdewamî hebe yan ev pirsgirêk berdewam bikin. Eger me seqamgirî hebe divê em wê lojikê bihêlin ka kî lawaz û kî bi hêz e. Eger Bexda vê nêrîn3e neguhere dê her pirsgirêk bimîn û dê gelê Kurd jî her bimîne daxwaza mafên xwe bike."


Li ser mijara biryara Dadgeha Federalî ya li ser referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê Barzanî da zanîn: “Di rojên pêş me de dê hikûmet bi awayekî fermî bersiva vê briyarê bdie.”

 

Derbarê hevdîtinên ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê de Barzanî destnîşan kir, ku li gel Cîgirê Serokwezîr bername çêkirine da ku li ser mijara rewşa siyasî û hilbijartinên pêş danûstandinan bikin.

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
795 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 14 demjimêr berê | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 13 demjimêr berê | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| Duh vî demî 11:58 | (1)
0.454 seconds