Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Peyama Barzanî bo xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 13-11-2017
Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke hevxemiyê bo kesûkarên qurbaniyên erdheja şeva bihorî belav kir û sersaxî ji kesûkarên qurbaniyan û xelkê deverên zirarpêketî re xwast.

 

Mesûd Barzanî îro Duşemî 13ê Mijdara 2017ê ji ber erdheja ku li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê çê bû, peyamek ji xelkê Rojhilatê û Başûrê Kurdistanê re belav kir.

 

Barzanî hevxemiya xwe ji bo xelkê deverên zirarpêketî û kesûkarên qurbaniyên erdhejê tîne ziman û dibêje: “Bi xemeke mezin ve şeva bihorî di encama rûdana erdhejê de li parêzgehên Helebce, Kirmaşan û navçeyên Qesrî Şîrîn û Serpêlî Zehawê bi sedan hevwelatiyan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn.”

 

Barzanî serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyên erdhejê li her du parêzgehên Kirmaşan û Helebceyê dike û dibêje: “Bi vê boneya xembar, ez serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyan û xelkê navçeyên zirarpêketî yên erdheja şeva derbasbûyî dikim û hêviya bilez başûbûnê ji birîndarên vê bûyera dilhejîn re dixwazim. Di vê karesatê de, em xwe bi hevxemê xelkê lêqewimî û zirardîtî yê her du parêzgehên Kirmaşanê û Helebceyê dizanin.”

 

Şeva bihorî 12ê Mijdarê erdhejek bihêz her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha çend welatên herêmî hejand.

 

Erdheja herî bihêz li Rojhilatê Kurdistanê û li sînorê parêzgeha Kirmaşanê rû da û di encamê de li gorî zanyariyên fermî yên ji hikûmeta Îranê ve zêdetirî 400 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 7000 kesan jî birîndar bûne.

 

Herwiha li Başûrê Kurdistanê jî erdheja bihêz li sînorê her du parêzgehên Helebce û Silêmaniyê çê bû û di encamê de li gorî zanyariyên fermî 8 kesan canê xwe ji dest dane û bi dehan welatî jî birîndar bûne.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.484 seconds