Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

MOSKOW – Partiyên 4 parçeyên Kurdistanê di konferansekî de tên ba hev

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Civata Cibicîkar a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm ragihand, ku şandek ji partiya wan jî ji bo beşdarbûna konferansa “Rojhilata Navîn û Paşeroja Kurdan”, diçe Moskowê.

 

Herdu rêxistinên kurd, Yekîtiya Rêxistina Kurd û Otonomîya Federal a Neteweyî ya Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê, di bin çavdêriya Wezareta Derve ya Rûsyayê de roja 15ê Sibatê li Moskowê konferansekî derbarê pêşeroja kurdan a li Rojhilata Navîn de saz dikin.

 

Biryar e nûnerên partiyên her çar parçeyên Kurdistanê, siyasetmedar û akademîsyenên li Rûsyayê jî beşdar bin.

 

Endamê Civata Cibicîkar a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand; “Di konferansê de dê li ser rewşa Rojhilata Navîn, pirsgirêka kurd û pêgeha kurdan a di şerê terorê de bê gotûbêjkirin. Herwiha dê çawaniya çareserkirina pirsgirêka kurd li her çar parçeyan bê gengeşekirin.”

 

Îbrahîm diyar kir, ku di konfransê de derbaskirina xeletiyên dîrokî yên ji aliyê welatên serdest û dewletên Rojhilata Navîn ve hatine kirin û herwiha li hev nêzîkkirina nêrînên aliyên kurdî jî bibe rojeva nirxandinê.

 

Beriya niha Sekreterê Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) Xefûr Mexmûrî ji Rûdawê re gotibû, ku konferansa li Moskowê zêdetir şêwirmendiyê ye û di heman demê de danûstandinên derbarê lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî de jî dê bên kirin.

 

Herwiha nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Moskowê Ebdulselam Elî jî dabû zanîn, ku ji Rojavayê Kurdistanê Hevseroka PYDê Asya Ebdulla û Serokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Kobaniyê Enwer Muslim beşdar dibin.

 

Ji Bakurê Kurdistanê jî parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir beşdarî vê kongreyê dibe.

 

Tê çaverê kirin, ku rêber û rêvebirên kurd bi yên rûs re jî hevdîtinan pêk bînin. 

Şîrove

 
ali baran | 14-2-2017
ev ne konferansa partiyên çar parçên kurdistanê ye, ev konferansa apociyan e...
ulova | 14-2-2017
ji 4 parçeyên kurdistanê partîyek .. henke henek
Hêvîdar | 14-2-2017
Herbijî yekîtiya gelê kurd. Ez hêvîdarim ku Mesûd Barzanî jî pişgiriyê bide vê konferansê.
Bernas | 14-2-2017
Ma ew keremkin herin beré li parçeyén xwe yén Kurdistan lihevhatin ú yekgirtí avabikin, ku mírov bibíne, ka apocí bi Kurdan va dos in an na ? Ka síyaseta xwe ya dijí hemú Kurdan gehurandine an na ? Ka bi çavekí dostí ú biratí li partíyén din yén Kurdistan difikirin an na ?
Kurdo | 15-2-2017
Evên li Moskova ne,hemî li dijî neteweya Kurdin ,Sêwîyên fikrên Stalîn û Mawîyê ku dem bi serveçûne.Konfiransa neteweyî,bes li Kurdistana azad tê ammade kirin.Moskova,neyarê yekemîn yê Dewleta Kurd de,dostê Îranê ye.Eve Plana Îranê ye,daku Neteweyî bûna rast li Kurdistanê têk bidet.Ewên ku vê Planê,li Moskovayê birêve dibin bi sernakevin yê paşîman bibin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.609 seconds