Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

MÛSIL - Kurdên êzidî mezargehên xwe ji nû ve ava dikin

Ji aliyê Eyûb Nisrî 14-2-2017
Rûdaw

Mûsil (Rûdaw) – Kurdên êzidî yên li Komalgeha Babîrê yê bakûrê Mûsilê, Mezargeha Şexsê Batê, ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû hilweşandin, ji nûve avadikin.

 

Piştî êrîşa DAIŞê ya ser devera Şingalê û Deşta Nînowa 68 mezar û hêmayên kurdên êzdî hatin teqandin. Yek ji wan mezargehan jî Mezargeha Şexsê Batê ya li Komalgeha Babîrê ya li bakûrê bajarê Mûsilê bû.

 

Hê jî şûnwarên teqandinê li ser Mezarê Şexsê Batê mane lê di dema dawetan de bûk û zava ji bo tewafê tên vê mezargehê.

 

Kurdên êzidî vê rewresmê weke nîşana aramî, ewlehî û jiyanê dibînin.

 

Welatiyê bi navê Seyîd Hacî dibêje; “DAIŞê bi xirakirina mezargehan xwest êzidiyan tune bike. Lê bi saya Xwedê û Barzanî û pêşmergeyan em careke din rabûn, em niha jî mezarên xwe avadikin.”

 

Mezarê Şexsê Batê roja 6ê Tebaxa 2014ê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hate teqandin. Lê 13 roj piştî vê êrîşê Hêzên Pêşmerge Komalgeha babîrê û Mezargeha Şexsê Batê careke din kontrol kir.

 

Welatiyê bi navê Farûq Şêx Fexrî jî dibêje; “Ev yek peyameke bo DAIŞê û dijminên kurdan, ku ti caran kurdên êzidî dest ji ol û baweriya xwe û netewa xwe bernadin.”

 

Xelkê komelgehê niha bi kîsê xwe vê mezargehê ava dikin. Lê saziyên pêwendîdar jî plana ji nûve avakirina van cihên pîroz amade dikin.

 

Rêveberê Karûbarên Êzidiyan li Duhokê Îdan Şêx Kalo jî diyar dike; “Bi rêya bûdceya sala nû be an jî bi rêyên din, em daxwaz ji Parêzgariya Duhokê dikin da ku ji bo avakirina van mezargehan alîkariyê bide me.”

737 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.406 seconds