Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Joseph Votel: Amerîka alîkariya xwe ya bo Pêşmerge didomîne

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û General Joseph Votel civiyan
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û General Joseph Votel civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê (CENTCOM) Joseph Votel civiyan û Votel piştgirî û kêfxweşiya xwe ya li ser diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û tekez kir ku alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge berdewam e.

 

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê êvara çarşemê (14-02-2018) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê General Joseph Votel kir. Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeke leşkerî û dîplomasî ya Amerîkayê jî amade bûn, rewşa leşkerî û ewlehî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê û herwiha qonaxa piştî jinavbirina DAIŞê hate gotûbêjkirin.

 

Herwiha di civînê de li ser geşedanên herî dawî yên gotûbêja lijneyên teknîkî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û hevdîtinên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî yên li Bexda û Davosê hate axaftin û şanda Amerîkayê "hêviya xwe anî ziman ku li gor destûra Iraqê herdu alî bigihin çareseriya temamê pirsgirêkan".

 

Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgirî û hevkariya leşkerî ya berdewam a Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de kir û hêviya xwe anî ziman ku hevkarî berdewam bin. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku li ser bingeha destûrê Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel hikûmeta Iraqa Federal amade ye.

 

Di civînê de General Votel spasiya alîkarî û hevahengiyê kir ku navbera hêzên Pêşmerge û leşker û rahênerên Amerîkayê de heye. Joseph Votel herwiha tekez kir ku alîkariya leşkerî ya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge berdewam e.

 

Gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî û şerê dijî terorê li Iraq û Sûriyê, aliyekî din ê hevdîtinê bû. Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê mijarê de herdu aliyan tekez kirine ku têkbirina terorê tenê ji aliyê leşkerî ve bi dawî nabe, divê ji bo jinavbirin û têkbirina hizr û ramanên terorîstan bernameyek were amadekirin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-05-17 2:41:12 PM
Cuda bûna Partîyên bi nav û Nasnameyên xwe,bi ser Kurdan û HDPa bi ser Gelan ve,dîyare Armanc û Bernameyên xwe,ji hev dûrin.HDP,bi merd û merem nav...
Hewldanên tifaqa Kurdistanî li gel HDPê bê encam man
| 17-5-2018 | (1)
Kurdekk | 2018-05-16 5:54:17 PM
Ser kefttin we rre
Boran Zaza: Ji bo mûzîka Kurdî projeyên min ên mezin hene
| 16-5-2018 | (1)
Kurdo | 2018-05-12 6:48:48 PM
Seedî Pîre,bêjerê kîjan Balî ji YNKêye?Serokahîya Cimhurîyeta îraqê heger bi dest YNKê ket yê ji kîjan balîye ji YNKê?Seedî çêra Hêza dike nek rila...
Komîsyon: Encam îşev zelal dibin
| 12-5-2018 | (1)
lolozano | 2018-05-12 5:15:33 PM
Nivîskarê Hêja Ziyanî!Belê, tû dereng gereng dinivîsî,lê fikrên te pir balkêşin ku xwendevanên nivîsa te vê carê neçar dikin ku bipirsin ...
Hilbijartinên yarî guher
| 12-5-2018 | (1)
0.532 seconds