Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ji ber êrişên Tirkiyê bi sedan malbat ji gundên Efrînê aware bûne

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Ji ber êrişên Tirkiyê bi sedan malbatên Efrînê aware bûne.

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber êrişên Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê bo ser herêma Efrînê, bi sedan malbat ji xelkên sivîl ên wê herêmê bi neçarî mal û warên xwe terikandine û ber bi cihên ewletir ve çûne.

 

Êrişên hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên ser bi wî welatî ve bo ser Efrînê îro Çarşemiyê 14ê Sibatê derbasî roja 26an bû û tevî ku li hin deverên Efrînê rewş aramtir ji rojên bihorî bû, lê belê li Cindirêsê û Şiyê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG/HSD û hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de berdewam bû, Herwiha topxaneyên Artêşa Tirkiyê çend gundên ser bi Cindirês û Şiyê topbaran kirin.

 

Di encama êrişên Tirkiyê de, gelek welatiyên sivîl ên Efrînê zirar dîtine, bi taybet xelkê bajarokê Cindirêsê gelek zirar gihîştiye wan.

 

Ji ber êrişên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ve û  di encama bombebaran û topbarana herêmê de, bi sedan malbat ji xelkên sivîl ji Cindirêsê û herwiha deverên din aware bûne û neçar bûne, ku xwe bigihînin deverên ewletir.

 

Welatiyên gund û bajarokên sînorî yên Efrînê bi neçarî mal, gund û bajarokênx we terikandine, daku canê xwe û malbatên xwe biparêzin.

 

Heta niha amareke zelal û dirist li ber dest nîne, ku hejmara awareyên Efrînê bide xuyakirin, lê belê ji ber dijwariya êrişên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de, tê texmînkirin ku bi hezaran kes ji xelkê gundên ser sînor û hin bajarokên Efrînê neçar bibin, ku mal û warên xwe bi cih bihêlin û xwe bigihînin cihên ewletir û bi taybet jî navenda bajarê Efrînê.

 

Yek ji wan malbatan ku neçar bûne malên xwe biterikînin, malbata Amûne Hesen e ku niha li navenda bajarê Efrînê bi cih bûye.

 

Amûne Hesen dibêje: Em heft malbat in ku her yek ji malbatan jî dibe ku ji 10 kesan an zêdetir  jî pêk bihê. Tevahiya zilamên me li derve ne, yek ji wan li dû nan digere, yek ji wan li dû pêdawîstî û pêçekên zarokan û yê din jî hewl dide şîr peyda bike.

 

Ji roja 20ê Çileya bihorî ve Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdarî yên Dijbereya Sûriyê operasyoneke berfireh bo ser Efrînê dest pê kiriye û navê Operasyona Çiqla Zeytûnê lê kiriye.

 

Herêma Efrînê ji 367 gundan û bajarokên Bilbil, Şerra, Raco, Şiyê, Cindirês û navenda bajarê Efrînê pêk tê.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| 16-10-2018 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 | (1)

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.563 seconds