Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê Valentinê ketiye bin bandora rewşa aborî

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Roja Valentinê li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê jî hate bibîranîn.

Urmiye (Rûdaw) - Bi boneya roja cîhanî ya evîndaran ku bi Roja Valentine tê naskirin, îro li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî gulfiroş û dukanên firotina diyariyan amadekarî kirine, daku pêşwazî li evîndaran bikin.

 

Dukandarek li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê dibêje, ji ber kêmbûna dahatê û giriftên aborî, îsal xelk kêmtir diyarî dikirin û bazara firotina diyariyan sist û lawaz xuya dike.

 

Lê belê gulfiroş dibêjin, ku îro bi boneya roja cîhanî ya evîndaran ji wan re rojeke ciyawaz e û bazara wan ji rojên berê germtir û xweştir e.

 

Derbirîna evîndariyê li Rojhilatê Kurdistanê ketiye bin bandora rewşa xirab a aborî, bi taybet ku rewşa aboriya Îranê îsal jî ber bi xirabtirbûnê ve çûye.

 

Xwediyê dukaneke firotina kelûpelên cuwankariyê dibêje, wan xwe ji roja Valentinê re amade kiriye, lê belê kiryar ne li gor texmîna wan e û bi gotina wî bazara wan jî sist e.

 

Xwediyê dukanê herwiha dibêje, kesek ku di dabînkirina pêdawîstiyên malbata xwe de ketibe zehmetiyan, pere ji bo derbirîna evînê xerc nake.

 

Bîranîna roja Valentinê li Rojhilatê Kurdistanê ji mêj ve nîne û ew çend sal ij ku beşek ji xelkê giringiyê pê didin, lê belê derbirîna evîndariyê bi mîxek û sêw û hinar û bi taybet sêwa mîxekrêj di nava dildarên Rojhilatê Kurdistanê de ji berê de hebûye û beşek ji kultura kurdewarî yaw ê perçeyê Kurdistanê ye.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Bernas | 2019-01-12 4:27:23 PM
Çi hêf, çi hef, ku hemshrîya min, ji malbata min bona xizmetkarê dewleta kûr, ku rojak tenê bo Kurd û Kurdistan sher nekirîye, pishta xwe her tim...
Rewşa Parlamentera HDPê Leyla Guven gehiştiye asteke krîtîk
| 12-1-2019 | (1)
Îsmail Giriki | 2019-01-12 7:26:51 AM
Insiyatif bu çiye? Ma nika zanin ku Ewan netewine? ji nuve bi xwe hesiyan ku insiyatif netewi avabikin bu netewebuna xwe?
Li Qamişlo Însiyatîfa Netewî ya Kurdî hat avakirin
| 11-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-11 3:58:37 PM
Mirov nizae çi bawer bike u çi ne...li gor Malperên Almanî yên Aktuel, vekêşana Hêzên Amerîkî despê kirîye... Çavkanî: https://www.tagessc...
Amerîkayê li ser vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê daxuyaniyek da
| 11-1-2019 | (1)
naw | 2019-01-10 7:51:09 PM
Editora rudaw/turkish şiroveya kurda piştrast nake, ma ew insan ne kurmance?
Amerîkayê ji ber berbijêrkirina bo Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
| 10-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.734 seconds