Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Bexdayê ji bo Kerkûkê mehek mohlet da aliyên siyasî

Ji aliyê HÎWA HÛSAMEDDÎN 14-2-2018
Ji bo dabeşkirina postên Kerkûkê bi rêjeya %32

Kerkûk (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê ji 11ê vê mehê ve bi nivîseke fermî mohleta mehekê ji îdare û partiyên Kerkûkê diyar kiriye daku postên parêzgeha Kerkûkê bi rêjeya %32 dabeş bikin.

 

Eger dabeşkirin tenê li ser postên parêzgar û serokê encûmena parêzgehê be, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) razî nabe û daxwaz dikin ku dabeşkirina postan di rêjeya hemû fermanberên saziyên hikûmî de jî were kirin.

 

Kargêrê Melbenda 2 ya YNKê ya li Kerkûkê Cemal Şukir ji Rûdawê re ragihand: “Eger li gor destûrê jî bibe, nabe Bexda karek bi ser me de bisepîne û em jî cîbicî bikin, ji bo rêjeya %32 bi %32, em qebûl dikin ku hemû li xwe bigre, eger em li rêjeya Kurdan a li saziyên hikûmî binêrin, em dibînin ku li hin saziyan rêjeya Kurdan %10 kêmtir e.”

 

Heta niha partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê, ji bo gotûbêjkirina mohleta Bexdayê neciviyane, lê hemû di heman nêrînê de ne ku dabeşkirina postan a bi daxwaza Bexdayê, dê zirareke mezin bide Kurdan.

 

Berpirsê Komîteya Kerkûkê ya Partiya Komunîst a Kurdistanê Şêx Sidîq destnîşan kir: “Ji Bexdayê nayê hêvîkirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kerkûk û Herêma Kurdistanê pêngavekê biavêje. Lewma karê partiyên Kurdistanî ew e ku nav mala Kurdan rêk bixin. Her çi qas em wek partiyên Kurdistanî civiyabin jî, bêyî PDKê û bêyî vegera endamên PDKê, ti sûda pêngavên ku werin avêtin tine.”

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ji ber ku baregehên wan ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye destbiserkirin, şewitandin û wêrankirin, biryar dane ku venegerin Kerkûkê û dabeşkariya Bexdayê jî qebûl nekin.

 

Berdevkê Encûmena Serkirdetiya Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Ednan Kerkûkî ragihand: “Bexda dixwaze xwe ferz bike, me bihîstiye ku niyeta wan heye bi yekalî postan dabeş bikin, eger vî karî jî bikin û dirêjî bidin siyaseta binpêkirina destûr û yasayê, em êdî venagerin.”

 

Mohleta Bexdayê ji bo dabeşkirina postên Kerkûkê di demekê de ye ku piraniya rêveber û serokên Kurd ên saziyên hikûmî yên Kerkûkê ji karên xwe hatine dûrxistin û Ereb û Tirkmen li şûna wan hatine danîn.       

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
197 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
Ehmedê Dirihî | 2018-02-18 10:12:53 AM
Ebadî derewan dikin, pê bawer meke
Mesrûr Barzanî: Ebadî got di demeke kurt de pirsgirêkan çareser dikin
| 17-2-2018 | (1)
0.328 seconds