Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Pêkhateyên Kerkûkê ji bo hilbijartinan amadekarî dikin

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Kerkûk

Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê Kurd, Ereb û Tirkmen xwe ji bo hilbijartinan amade dikin, aliyên Kurdistanî nekarîn bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin, lê biryar dane ku di rikeberiyê de dijayetiya hev nekin.

 

Xelkê Kerkûkê hêrs û bêzar bûne, tevî vê yekê ji ber metirsiyên ku di hevsengiya pêkhateyên wî bajarî de heye, hilbijartinan wek derfeteke giring dibînin û dixwazin namzed jî ji nav xelkê bin.

 

Aliyên Kurdistanî daxwaza xelkê ya li ser beşdarbûna hilbijartinan tenê bi lîsteyekê, bi dest nexistin, lê dixwazin di kampanyaya hilbijartinan de li şûna rikaberiya hev, li ser rakişandina Kurdan bo ser sindoqan kar bikin.

 

Cîgirê Berpirsê Melbenda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Rewend Mela Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: “Kurd li Kerkûkê rastî şikestê hatine. Rabûna Kurdan li vir pêwîstî bi hewldanên hemû aliyan heye. Ez bawer im tenê Kurd tûşî vê pirsgirêkê bûne û rola xirab a beşeke partiyên siyasî yên Kurdistanî heye, bi taybetî li ser Kerkûkê. Lewma divê ew jî li xwe binêrin û nêrîna xwe ya li ser Kerkûkê biguherînin. Nabe bi awayekî reş li Kerkûkê binêrin.”

 

Du lîsteyên sereke yên Ereban hene, armanca wan bidestxistina sê – çar kursiyên parlementoyê ye, lê vê pêvajoyê li ber xwe weke zehmet dibînin.

 

Endamê Encûmena Erebî Îsmaîl Hedîdî dibêje: “Ji ber awarebûna xelkê û bi temamî wêranbûna hinek deveran, rewşa hilbijartinan dê bi zehmetî be, hemû van sedeman ji bo beşdariya çalak a xelkê arîşe derdixin, lewma hilbijartin dê bi hêsanî derbas nebin, herwiha lîste jî gelek in û heta niha nehatiye yekxistin.”

 

Tirkmenên Kerkûkê bûne du beş, sunnî li Bereya Tirkmenî ne û şîe jî ligel lîsteyên mezin ên Iraqê ne, partiyên Tirkmenî ji bêbaweriya xelkê têgihiştine  û tirs ketiye dilê wan.

 

Ji 970 hezar dengderan, heta niha 544 hezar kes pêvajoya bayometrî encam dane û 191 hezar kes karta xwe ya dengdanê wergirtine.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.593 seconds