Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

ÎNFOGRAFÎK – Rewşa Efrînê piştî 26 rojan ji êrişên Tirkiyê

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan li Dêska Rojavayê Kurdistanê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Hisên Omer tevî pêşkêşkarê bultena Rojavayê Kurdistanê ya televîzyona Rûdawê Omer Kalo bi grafîkan zanyariyên herî dawîn derbarê operasyona Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên dijbereya Sûriyê bo ser herêma Efrînê de pêşkêş dikin.

 

Êrişa Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên girêdayî Enqerê bo ser herêma Efrînê derbasî roja 26an bû û di bîst û şeşemîn roja êrişan de, tevî ku li hin deverên ser bi Efrînê rewş heta radeyekê aram bû, lê belê şer û pevçûn li deverên sînorî û çend gundên wê herêma Rojavayê Kurdistanê di navbera şervanên YPG/HSD û hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de berdewam bûn.

 

Di vê înfografîkê de, hevkarên me Hisên Omer û Omer Kalo zanyariyên herî dawî derbarê rewşa Efrînê û şe û pevçûnên li wê herêmê de pêşkêş dikin.

 

Îro Çarşemî 14ê Sibatê di 26mîn roja êrişan de, rewş li piraniya deverên Efrînê aram e, lê şer û pevçûn li devera Cindirêsê di navbera şervanên YPG/HSD û hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de berdewam in.

 

Çavkaniyekê ji devera Bibilê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku îro dengê topbaranê li deverên Bilbilê û Şera nayê bihîstin û rewş li wan her du bajarokên Efrînê aram e.

 

Heman çavkaniyê da zanîn ku şeva borî heta derdora saet 01.00ê balafir li asmanê deverê digeriyan lê tu dever bombebaran nekirin.

 

Çavkaniyê herwiha diyar kir, ku hêzên Kurdî gundê Sehrîncekê ji destê hêzên êrîşker derxistin. Çavkaniya taybet aşkere kir ku piştî bombebaran û topbaranek dijwar hêzên hikûmeta Tirkiyê û çekdarên bi ser ve çiyayê Şêxûrzê kontrol kirin.

 

Ofîsa Ragihandina YPG jî, dîmenê armancgirtina zerîpoşeke hêzên êrîşker li devera Bilbilê belav kir.

 

Ji navenda bajarê Efrînê jî, çavkaniyekê ji Rûdawê re diyar kir ku şeva borî heta saet derdora 08.00 çend top û rokêt li taxa Eşrefiyê û gundê Tirindê ketin û di encamê de 2 kes birîndar bûn ku yek ji wan zarok e.

 

Ji devera Şiyê, çavkaniyeke taybet bi Rûdawê ji nav bajarokê Şiyê diyar kir ku îro ne topbaran û ne jî şer û pevçûn li devera Şiyê tune ne.


Ji nav bajarokê Cindirêsê jî, çavkaniyekê da zanîn ku îro topbaran li ser bajarokê Cindirêsê tune ye.

 

Li gorî heman çavkaniyê, şer û pevçûn ji gundê Celemê yê devera Şêrewa û heta derdora gundê Axcelê berdewam in.

 

Ji devera Reco jî, çalakvan Remedan Elemdar got, îro sibehê şer û pevçûn û topbaran carcar li derdora gundê Elbîskê û Bilêlko derdikevin.

 

Li gorî Elemdar, şeva borî û heta sibeha îro, topxaneya Tirkiyê navenda bajarokê Reco, gundê Hec Xelîl, derdora Elemdara û Cela û nav gundê Cela jî topbaran dikirin.


Ji roja 20ê Çileya bihorî ve Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdarî yên Dijbereya Sûriyê operasyoneke berfireh bo ser Efrînê dest pê kiriye û navê Operasyona Çiqla Zeytûnê lê kiriye.

 

Herêma Efrînê ji 367 gundan û bajarokên Bilbil, Şerra, Raco, Şiyê, Cindirês û navenda bajarê Efrînê pêk tê.

741 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| 16-10-2018 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 | (1)

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.25 seconds